ÎZMÎR - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Şakranê di roja 41’an de didomin. Malbatên girtiyan diyar kirin ku ji ber zarokên wan di çalakiyê de ne midûriyeta girtîgehê zextan li wan dikin û gefan li wan dixwin. Malbatan anîn ziman ku zarokên wan heta mafê xwe bi dest bixin bi biryarin ku çalakiya xwe berdewam bikin. Malbatan ji her kesî xwest ku li hemberî mafê girtiyan hişyar tev bigerin.
Girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê, di 15'ê Sibatê de bi daxwaza "Bila dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê û dorpêçkirinên li gundên herêmê bi dawî bibin" dest bi çalakiyê greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 41'emîn de berdewam dike. Xizmên girtiyên li Girtîgeha Hejmar T 3'yan a Şakranê di greva birçîbûnê de ne anîn ziman ku li şûna rayedar mafê wan bidin wan zextên li ser girtiyan zêde dikin. Malbaten ku çûn hevdîtina zarokên xwe diyar kirin ku zextên li ser girtiyan zêde bûye û girtî li gel hemû zextan berxwedana xwe berdewam dikin.
Xwişka girtiyê PKK'ê Zana Yaktin ê li Tîpa T a Hêjmar 3 ya Şaktanê girtî ye, Muazzez Baykan (47), diyar kir ku Zana destnîşan kiriye ku zextên li ser wan zêde bûne û zext çiqas zêde bibin jî dê dîsa bi biryar û israr çalkaiya xwe berdewam bikin û mafê xwe bi dest bixin. Baykan, anî ziman ku hewce be ew jî dê tevî girtiyan têkevin grevê û zextên li ser wan qebûl nakin. Baykan, bilêv kir ku çav û guhê wan li ser girtiyan e û wiha got: "Em ji bo serokê xwe dikarin canê xwe feda bikin. Wî rê nîşanî me da. Em dixwazin zextên li ser girtiyan û rêberê me bi dawî bibe. Bila dawî li van polîtîkayên zext û zorê bînin." Baykan anî ziman ku ger tiştek bê serê girtiyan hikûmet û dewlet berpirsiyar e û wiha got: "Bila êdî her kes hişyar bibe. Bila kes li hemberî van zextên li ser girtiyan bêdeneng nemînin. Em dê li dijî vê zilmê di referandumê de bêjin 'Na'.
'BILA KES BÊDENG NEMÎNE'
Dayika Ozkan Yaşar ê li Şakranê girtî ye û rastî cezayê muebetê hatiye Hazal Yaşar jî anî ziman ku kurê wê pir kîlo daye û wiha got: "Yên ketine grevê tenduristiya wan nebaş e. Kurê min pir zeîf bûbû.
Zextên gardiyan û rêveberiya girtîgehê ya li ser girtiyan pir zêde bûye. Em dibêjin êdî bes e. Bila ev zilm bi dawî bibe. Erdogan her roj li wan neheqiyê dike. Rêveberiya girtîgehê zorê li wan dike ku karta "Terorîst" li ser nivîsandiye têxin stiyên xwe. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Bila her kes serî rake."
Dayika Ozgur Guçlu yê li girtîgeha tîpa T a Hêjmar 3 a Şakranê girtî ye û 60 sal ceza jê tê xwestin Naciye Guçlu jî anî ziman ku kurê wê 9 kilo daye û wiha got: "Ozgur diyar kir ku zextên rêveberiya Girtîgehê û Midûr Mustafa Sönmez li ser wan zêde bûye. Midûr ji girtiyan re gotiye 'Ez dê fermanê bînim serê we. Hûn dê bi findê li Esat Oktay bigerin' û gef li wan xwariye.'
Guçlu, anî ziman ku ew heta dawî li pişt biryara zarokên xwe ne û dê heta dawî piştgiriyêbidin zarokên xwe.