DERSIM - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo cenazeyê 11 endamên DHKC’ê ên di bomberana Newala Çet de jiyana xwe ji dest dane bên dayîn hatiye destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam dike.
Newala Çet a di navbera navçeya Xozat û navenda Dersimê de ye, di 7’ê Mijdara 2016’am de hatibû bombebarankirin û di encamê de 11 endamên DHKC’ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan hêjî radestî malbatan ne hatine kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê bavê Murat Gun ê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da Kemal Gun hat destpêkirin di roja 33’yemîn de didome. Gun da zanîn ku ger parçeyek wî mabe jî dixwaze cenazeye kurê wî bidin wî. Her wiha ji bo piştevaniyê endamê Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TAYA) Sezaî Demîrtaş li Stenbolê hat û tevlî greva birçîbûnê bû.
‘GER PIŞTEVANÎ BI HÊZ BIBE DÊ PÊVAJO BI LEZ BIBE’
Demîrtaş, da zanîn ku ew ji bo piştgiriyê bide Gun hatiye û wiha got: “Ji bo pêvajo bi lez bibe me duh serî li dogeriyê da. Kesên bi hestiyar dikarin bên vir û piştgirî bidin. Ger piştevaniya li vir bi hêz bibe dê pêvajo bi lez bibe. Kampanyaya îmzeyan li Stenbolê didome. Em jî li vir dirûnin. Armanca me ew ku îmzeyên hatin komkirin radestî Wezareta Dadê bikin û pêvajoyê bil ez bikin.”