HATAY - Bavê 66 salî Îsmaîl Sert ê çû dîtina kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê hat binçavkirin. Sert piştî li edliyê îfade da serbest hat berdan.
Bavê 66 salî Îsmaîl Sert ê çû kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûna Hatayê girtî Ahmet Sert ziyaret bike hat binçavkirin. Sert, li ber girtigehê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînekêde Sert binçav kirine û birin Edliyeya Hatayê. Sert bipşî ifade da serbest hat berdan.
Li Îzmirê jî 11 kes hatin binçavkirin
Li Îzmirê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malande xwendekarên Kovara Kaldiraçê, endamê Partiya Sosyalîstan a Bindest (ESP) û endamê Kolektifa xwendekaran jî di navde 11 kes binçavkirin. 11 kesên hatin binçavkirin birin TEM'ê ya Îzmirê.