EDENE - Xebatkarê Rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê hatin girdin Hakan Ergun serbest hat berdan.
Xebatkarê Rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gündemê yên bi KHK'ê hatin girtin yê Edeneyê Hakan Ergun, ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû girtin, serbest hat berdan. Rûniştina doza Ergun li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Ergun, bi kurdî parastin kir û diyar kir ku ew rojnameger e. Ergun daxwaza beraetê kir. Heyeta dadgehî piştî parastina Ergun biryar da û bi şertê kontrola edlî serbest berda. Rûniştina dozê taloqî 23'ê Gulanê hat kirin.