HDP: Pêkanînên kampên komî dispêrîn girtiyan

ENQERE - Berdevka Koma Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir, diyar kir ku zextên li ser girtîgehan zêde dibin û pêkanînên kampên komî li ser girtiyan ferz dikin. Taştemîr wiha got: "Bi taybetî li ser Birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî tecrîda giran heye."

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Koma Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, têkildarî zextên li ser girtiyên siyasî û girtîgehan li Navenda Gişti ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Taşdemîr, polîtikayên hikûmetê yên li ser girtîgehan rexne kir û wiha got: “Wekî ku ev greva birçîbûnê ya 40 rojin li girtîgehan didome wan eleqeder nake.

‘BINPÊKIRINA MAFAN GELEK ZÊDE YE'

Taşdemîr, anî ziman ku hikûmetê qet çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan nexistiye rojeva xwe û wiha got: "Niha li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye. Zext û îhlalên li girtîgehan pêk tên îro dest pê nekiriye. Bi salan e li ser girtiyan zext û binpêkirina mafan heye. Girtî ji ber nasnameya xwe û rastî zextan tên û azadiya wan ji destê wan tê girtin. Ji ber feraseta rêveberên girtîgehan û zexan li girtîgehan binpêkirina mafan di asta herî jor de ye. Niha zext gihiştine asta herî jor. Me berê bi pirsnameyan bal kişand ser rewşa girtîgehan. Lê ev pirsnameyên me li ber çavan nehat girtin. Me der barê binpêkirina mafan de hikûmet hişyar kir. Lê wekî ku ev pirsgirêk li girtîgehan tune nêzîk bûn. Niha li girtîgehan 40 rojin greva birçîbûnê heye. Lê wekî ku wan eleqeder nake nêzîk dibin. Dema em li rewşa girtîgehan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dinerin hatiye asta herî tirsnak. Ev êdî ne tenê pirsgirêka girtîgehan e. Ev pirsgireka her kesî ye.

'PÊKANÎNÊN LI GIRTÎGEHAN WEKÎ KAMPÊN KOMÎ NE'

Taşdemir, destnîşan kir ku pekanînên li girtîgehan rû didin dişibin kampên komî û wiha got: "Binpêkirina mafan bi pêvajoya darizandinê re dest pê dike. Gelek girtî bi ferman û daxwaza îktîdar û hikûmetê hatine girtin. Piranî xebatkar û rêveberê partiya me yên siyasî ne. Niha tenê 27 hevserokên partiya me yên navçeyan, 85 hevserokên bajar, 750 rêveberên me girtî ne. Bi giştî nêzî 5 hezar endam û rêveberên HDP’ê girtî tên darizandin. Rêveberiya girtîgehê li dijî van hevalên me zetên dijwar pêk tînin."

‘BI TAYBET TECRÎDA GRANKIRÎ A LI SER BIRÊZ OCALAN MIJARA GOTINÊ YE’

Taşdemîr, bal kişand ser asta binpêkirinên mafê mirovan ên li girtîgehan û wiha got: “Dixwazan destkeftiyên hiqûqî yên ku bi têkoşîna girtî me hatine bidest xistin ji destê me bigirin. Tecrîdek girankirî tê maşandin. Bi tayber li ser Birêz Ocalan û girtiyên din tecrîd tê pêkanîn. Li girtîgehê pêkanînên keyfî hene. Hevdîtinên bi malbatan re tên sînordar kirin û mafê hevdîtinê ji girtiyan digirin. mînak sirgûnên tên kirin wekî rêbazek cezakirinê tê bikaranîn. Kes di girtîgehan de mehê 3 caran tên sirgûnkirin. Malbatên ku nikarin zarokên xwe bibînin hene; ji ber ku nizanin zarokên wan li kîjan girtîgehê ne.”

‘GELEK GIRTIYÊN DIVÊ BÊN BERDAN HENE’

Taşdemîr, da zanîn ku li girtÎgehên Tirkiyeyê gelek girtiyên ku bên berdan hene lê nayên berdan û wiha pêde çû: “Duh li Girtîgeha Îskenderunê girtiyê bi navê Mehmet Yildizbakan ê 65 salî jiyana xwe ji dest da. Mehmet Yildizbakan ku 5 sal bûn di girtîgehê de bû ligel hemû hewldan û serlêdanên hiqûqî jî nehat berdan. Di roja ku pêwîst bû bê berdan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”

‘LI GELEK GIRTÎGEHAN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME’

Taşdemîr, diyar kir ku li Tirkiyeyê li gelek girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Greva birçîbûnê li Şakaranê di roja 41, li Edîrneyê 29, li Sîncanê 31, li Menemenê 21, li Wanê 19 û li Xarpêtê 10 de ye. Dîsan li hemû girtîgehan greva birçîbûnê ya dorveger hatine destpêkirin. Derketibû holê ku girtiyên li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ne rastî êrîşekê hatibûn. Li gelek cihan hikûmet li şûna guh bide daxwazên girtiyan, rêbazên şîdet û zextan bikar tîne. Me bi riya çapemenî û malbatan zanî ku tendirûstiya girtiyên di grevê de ne hatiye rewşa krîtîk û kilo winda dikin. Ji bo daxwazên girityan bê qebûlkirin û pêkanînên OHAL’ê yên li girtîgehan bi dawî bibin divê pêvajoya diyalogê bê destpêkirin.”