STENBOL - Encama 20'emîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Metin Goktepe aşkere bûn. Îsal dê sê xelatên Jûriya Taybet bidin. Yek ji xelatên Juriya Taybet dan wêneyê kuştina Kemal Kurkut ku Edîtorê dîhaberê Abdurrahman Gok kişandibû. Ji ber Gok “şahidiya girîng a rastiyê" kiribû xelat girt.
Komîteya Amadekar a Xelata Rojnamegeriya Metin Goktepe encama 20’emîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Metin Goktepe aşkere kir. Jurî îsal ji beşa nivîskî, dîtbarî, wêne û 3 jûriya taybet xelat da rojnameggeran. Merasima xelatê dê di 10'3e Nîsanê roja salvegera Rojbûna Metin Göktepe de bê dayîn.
Yên xelat qezenç kirin wiha ne:
XELATA NÛÇEYÊN NIVÎSKÎ: CANSU PÎŞKÎN
Nûçeya Cansu Pişkin a di 1'ê Adara 2017'an de di rojnameya Evrenselê de bi navê “Radyoaktif skandal!” hat weşandin hêjayî xelatê hat dîtin.
XELATÊN NÛÇEYÊN DÎTBARÎ: SELÎN GÎRÎT
Nûçeya Nûçegîhana BBC Tirkî ya Selîn Gîrît û kameravan Goktay Koraltan a di 28'ê Mijdara 2016’an de bi navê "Îdîayên îşkenceya di bin çavan de: Şahid vedibêjin (Gözaltında işkence iddiaları: Tanıklar anlatıyor” ku di malpera înternetê ya BBC Tirkî de hat weşandin hêjayî xelata dîtbarî hat.
XELATA WÊNE: TAMER ARDA ERŞİN
Xelata Wêne jî Nûçegîhana Rojnameya Evrenselê Tamer Arda Erşin, ku di 12'ê Sibata 2017'an de çalakiya dûrxistina 72 akademisyenên bi KHK'ê hatin îxrackirin li ber Zanîngeha Enqereyê kişand hêjayî xwelate hat dîtin.
XELATA ROJNAMEGEGERIYA HERÊMÎ DENİZ ÇABA
Xelata Rojnamegeriya Herêmîe jî xebatkarê Kovara Îmîr Lîfe Deniz Çaba bi nûçeya ser navê “Penaberibûn: Vê carê ew vedibêjin" ku di gulana 2016'an de hat weşandin hêjayî xelatê hat dîtin.
XELATÊN JÛRÎYIA TAYBET
ABDURRAHMAN GOK
Jurî, bi 3 xelatên Jûriya taybet xelat ran rojnamegeran. Jûrî, Xelata Jûriya Taybet dan wêneyê kuştina Xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kurkurt ê ku Edîtorê dîhaberê Abdurrahman Gok di 21'ê Adara 2017'an de li Newroza Amedê kişandibû.
CANAN COŞKUN Û ELİF AKGUL
Jurî Xelata Jûriya Taybet a duyemîn jî dan dosya nûçegîhana Cumhuriyetê Canan Coşkun û nûçegîhana bianetê Elif Akgul ku di 18'ê Çileya 2017- 20'ê Çileya 2017'an de li ser doza kuştina Rojnameger Hrant Dink amadekiribûn.
AHMET ŞIK
Jurî, Xelata Jûriya Taybet a sêyemîn jî dan nûçeya Rojnameger Ahmet Şik a bi sernavê "Şîfreyên 15'ê Tîrmehê" ku di 8-13'ê Kanûna 2016'an de hatibû weşandin
ENDAMÊN JÛRÎ
Endamên Jûrî wiha ne: Bulent Ozdogan, Ceren Sozeri, Celal Başlangiç, Esra Arsan, Fatih Polat, Fîkret Îlkiz, Işil Ozgenturk, Kamil Tekin Surek, Mehveş Evîn, Nazim Alpman, Pinar Ogunç, Pinar Turenç, Ragip Zarakolu, Yasemin Înceoglu, Zehra Kafkasli.