Nivîskar Cihanferd û Baladah dê di 20'ê Nîsanê de derkevin dadgehê

MÊRDÎN - Nivîskarên rojhilatî Jiyar Cîhanferd û xwedevanê Lisansa Bilind Hasan Baladah ku di 3'ê Çile de hatin binçavkirin û 25'ê Çile de hatin girtin dê di 20'ê Nîsanê de derkevin pêşberî dadgehê.

Nivîskarên rojhilatî Jiyar Cîhanferd û xwedevanê Lisansa Bilind Hasan Baladah, dema li Mêrdînê di 3'ê Çile de wêne dikişandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nivîskarên kurd piştî hatin binçavkirin 22 rojan di bin çavan de man û di 25'ê Çile de hatin girtin. Nivîskaran wêneyê tabeleya şaredariyê ya bi 4 zimanan dikişand hatibûn binçavkirin û hatin girtin. Dozgerê Komarê yê Mêrdînê îdîanameya der barê nivîskaran de hat amadekir û da 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê. Heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir û dê rûniştina dozê di 20'ê Nîsanê de bê dîtin. Niviskarên kurd ên Rojhilatî Cîhandfert û Baladah tevî Eyup Subaşi û Cîhat Benek yên xwendekarê Zanîngeha Artukluyê dixwînin li Mêrdînê bi hinceta "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Nivîskar wê di 20'ê Nîsanê de derkevin pêşberî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê.