Ji bo Erdogan li Samsunê deriyê dibistan girtin

SAMSUN - Serokomar Tayyip Erdogan îro hat Semsûnê. Ji bo hatina Erdogan nîv rojê hemû dibistan xistin betlanê û deriyên dibistanan girtin.

Serokomar Tayyip Erdogan ji bo beşdarî merasimên vekirinên komî bibe hat Semsûnê. Ji bo hatina Erdogan Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajar ji hemû dibistanan re nivîs şand û diyar kir ku ji bo nîv rojê dibistan tatîl kirine. Midûr ji mamosteyan xwest ku tevî xwendekarên xwe beşdarî civînan bibin. Nûnerê Sendîkaya Egitim-Îşê bertek nîşanî hatina Erdogan da û wiha got. "Civînên YGS û TEOG'ê kirine bahane û nîv roj dibistan xistine betlanê. Li aliyê din ji bo xwendekaran bibin mîtîngê amadekarî kirine. Dê propaganda "Erê" ji zarokên me re bikin "