EDENE - Doza derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ji ber axafitina xwe ya ji bo qetlîama Enqereyê bi hinceta “heqaret li hikûmeta Komara Tirkiyeyê kiriye” hatibû vekirin hat taloqkirin.
Doza derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de ji ber axafitina xwe ya ji bo qetlîama Enqereyê bi hinceta “heqaret li hikûmeta Komara Tirkiyeyê kiriye” hat vekirin li 11’emîn Dadgeha Asliyeyê ya Edeneyê hat dîtin. Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi riya SEGBÎS'ê tevlî dozê bû parêzer jî di dozê de amade bûn. Yuksekdag ku di dozê de parastina xwe nekri parêzeran parastin kir û wiha gotin: “Mûwekîla me tiştên ji kursiya meclîsê hatibûn îfadekirin ji gel re ragihandiye. Divê daxuyaniyên hatine kirin di çarçoveya qanûnê de bên destgirtin. Em dixwazin girtekên meclîsê bên anîn û lêkolînkirin.”
Heyeta dadgehê, biryar da ku gotinên Yuksekdag ên kirine bên çareserkirin, ji meclîsê re bê gotin ku ev gotin ji kursiya meclîsê hatiye kirin an na bê lêkolînkirin û agahiyê bidin dadgehê. Heyete doz taloqî dirokek pêşiya me kir.