COLEMÊRG - Li Oremarê ku operasyona leşkerî didome leşkerên birîndar anîn nexweşxaneyan.
Piştî di 25’ê Adarê de li dijî leşkerên ku li Çiyayê Îkîyaka ya herêma Oremara naçveya Gevera Colemêrgê amadekariya operasyonê dikirin êrîş pêkhatibû, şerê piştî êrîşê destpê kir 3 roje didome. Li herêma ku tevgera hewayî didome li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin giritn; di dema pevçûnan de 4 helîkopteran darbe xwarine û mecbûr manej i herêmê veqetin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ji cihê bûyerê gelek leşkerên birîndar jî bi helîkopteran hatine girtin.
Li aliyê din hat diyarkirin ku şevê din 4 leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.