EDENE - Xebatkarê Kovara Ozgur Toplumê rojnamger Fahrettin Kiliç hat binçavkirin.
Li Taxa Şakirpaşa ya Seyhana Edeneyê, polîsan wesayîta ku xebatkarê Kovara Ozgur Toplumê Fahrettin Kiliç tê de bû rawestandin û venêrîna wesayîtê kir û li GBT'yê nihêrîn. Ji ber di wesayîtê de Kovar Ozgur Toplumê ya ku biryara berhevkirina wê tune ye hebû, Kiliç hat binçavkirin. Kiliç tevî wesayîtê birin Muduriyeta Polîsan a Edeneyê.