ŞIRNEX - HDP'iyên ku di çarçoveya xebatên referandûmê de li 5 bajarokên Şirnexê geriyan, rastî eleqeyek mezin hatin û her 5 bajarokan jî tercîha xwe ya referandûmê wek "Na"yê dan der.
Li Şirnexê xebatên referandûma ku dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê berdewam dikin. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Birlik û Aycan İrmez, îro jî serdana bajarokên Sêgirkê û Hîlalê yên Şirnexê kirin. Her wiha li bajarokên Bêspin, Gite û Tilqebînê serdana gel kirin. HDP'iyên ku li her 5 bajarokan mal bi mal geriyan, rastî eleqeyek zêde ya welatiyan hatin û hin welatî tevlî xebata HDP'iyan bûn.