HATAY - Li Hatayê, şerê 6 sal e li Sûriyeyê didome û geşedanên li Rojavayê, tercîha referandûmê ya bajêr diyar dike. Der barê referandûmê de, qenaet û tercîha gelê Hatayê bi piranî "Na" ye.
Yek ji wan bajarên ku herî zêde şerê Sûriyeyê yê 6 sal e didome bandor lê kiriye Hatay e. Li Hatayê zêdeyî 400 hezar penaberên sûriyeyî hene. Li gel vê ji ber polîtîkaya Sûriyeyê ya AK Partiyê di sala 2013'an de li navçeya Reyhanliyê komkujiyek pêk hat û ev komkujî bandoreke zêde li Hatayê kir. Gelê Hatayê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de girêdayî geşedanên li Sûriye û Rojavayê tercîhek kiribû û her wiha heman tercîh di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî kiribû û di van hilbijartinan de HDP dengek zêde wergirtibû. Di 7'ê Hezîranê de AK Partî ji sedî 37.8, CHP ji sedî 36.3, MHP ji sedî 14.0 û HDP jî ji sedî 6.6 deng wergirtibûn. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî AK Partî ji sedî 43.1, CHP ji sedî 36.1, MHP ji sedî 12.3 û HDP jî ji sedî 6.8 deng wergirtibûn. Lê li bajêr ji bo referandûma 16'ê Nîsanê niha herî zêde tercîha "Na"yê li pêş e û sedema vê jî wek polîtîkaya Sûriyeyê ya AK Partiyê tê nîşandan.
BI PIRANÎ TERCÎHA WAN 'NA' YE
Mirovê oldar û elewiyê ereb İbrahim Kanadli anî ziman ku divê tercîha gelê elewiyên ereb li ser esasê azadiya baweriyan be û got, tercîha wî "Na" ye. Welatiyê xiristiyan Suphi Zarif jî anî ziman ku tercîha wî jî "Na" ye û got, di Qanûna Bingehîn a heyî de ji bo kêmbarên li Tirkiyeyê tu cih tune ye. Zarif, dest nîşan kir ku di referandûmê de derketina "Na"yê, di warê parastina mafên kêmbar ên Tirkiyeyê de gelekî girîng e.
Serokê Giştî yê Şaxa DÎSK'a Hatayê Yusuf Berkyurek, anî ziman ku li Hatayê dê di referandûmê de tercîha kedkaran "Na" be. Li bajêr tê dîtin ku li gel partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl jî piştevaniya kampanyaya "Na"yê dikin. Li bajêr Meclîsên Gel ên piştî şerê Sûriyeyê dest pê kir û hatin avakirin jî, daxilî xebatên referandûmê bûne. Ji berdevkên meclîsên gel Mithat Turetken, diyar kir ku rola û rista meclîsên wan avakirina civakeke demokratîk û rêxistinbûyî ye.
Li gel partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk, tercîha gelên li kolan û kuçeyan jî "Na" ye. Nur Elçik diyar kir ku, ji ber penaber kirine mijara bazarê tercîha wê "Na" ye. Elçik, dest nîşan kir ku ji bilî demokrasiyê ew doza tiştekî nakin û got, gotina "Na" dê ji bo her kesî bi xêr û bêr be. Dogan Bozkurt jî, anî ziman ku ji bo civakeke demokratîk û azad ew dibêje "Na" û got, heke di referandûmê de "Na" derkeve, partiyên siyasî mecbûr in ku ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk bên gel hev. Bozkurt, diyar kir ku dawîlêanîna şerê Sûriyeyê bi "Na"yê pêkan e û got, ew li bendê ne ku li Hatayê ji sedî 60 "Na" derkeve.