Hevrêyên Yildizbakan: Tu carî serî netewand

HATAY – Hevrêyên girtî Mehmet Yildizbakan ku roja bihata berdan ji ber nexweşiyê li girîgehê jiyana xwe ji dest da, diyar kirin ku Yildizbakan tu carî serî netewand. Hevalê Yildizbakan Turan Suzen, diyar kir ku li gel tevî malbatê girtî bûn jî dest ji têkoşînê berneda û wiha got: "Birayê Mehmet tu carî serî netewand. Her dem serbilind bû. Her dem bi rûmeta xwe jiya."

Li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê ya Hatayê girtiyê 65 salî Mehmet Yildizbakan ku di 2012'an de hat girtin û 5 salin tevî nexweşiya giran girtî bû, roja ku bê berdan di 27'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Yildizbakan ku tevî nexweşiya dil, şekir û nexweşiyên cuda girtî bû û nedihat berdan, nexweşiya wî giran bû. Yildizbakan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Yildizbakan ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Dortyolê ya Hatayê hat definkirin. Yildizbakan, piştî kurê xwe yê PKK’î Kenan Yildizbakan li Mêrsînê hat girtin, tevî Feride Arbuz, hevsera xwe Nazire Yildizbakan, bûka wî Nuray Yildizbakan, kurê wî Lutfî Yildizbakan û xezûrê kurê wî Nevzat Topalel di sala 2012'an de hatin girtin. Yildizbakan di sala 2012'an de bi îdîaya “Alîkarî daye rêxistinê" hat girtin û dê di 27'ê Adara 2017'an de bihata berdan.

Yildizbakan, di sala 1978'an de ji ber qirîza aborî û ji navçeya Sîweregê ya Rihayê koçî Mêrsînê kir. Piştî li navçeya Dortyola Hatayê bi cih bû dest bi çandiniyê kirin. Yildizbakan, ku bavê 9 zarokan bû, li Dortyolê ji aliyê hemû welatyinê cîran û taxê ve hat hezkirin. Her dem hat hezkirin û rêz hat girtin. Yıldızbakan, piştî koçî Dortyolê bû, ji salên 1990’an heta niha di nava siyaseta kurd de cihê xwe girt. Ji serdema DEP'ê heta HADEP'ê bû serokê rêxistina Navçeya Dortyolê. Di sala 1997'an de di operasyonên li dijî HADEP’ê de hat girtin. 3 meh şûnde hat girtin û serbest hat berdan. Ji doza “Endamtiya rêxistinê" hat beraet kirin. Ji ber ku di doza 1997'an de tahliye bû diviya bû di vê doza niha de 3 meh berê hatiba berdan.

TEVAHIYA MALBATÊ GIRTÎ NE

Kurê Yildizbakan ê endamê PKK’ê Kenan Yıldızbakan li Mêrsînê hat girtin û niha girtî ye. Têkildarî girtina Kenan Yildizbakan ji malbatê hevsera Mehmet Yildizbakan Nazire, kurê wî Lutfî bûka wî Nuray, xezûrê wî Nevzat Topael û xizmên wî Feride Arbuz hatin girtin û hêj girtî ne.

XWESTIN GELÊ KURD ÇAVTIRSANDÎ BIKIN

Endamên malbata Yildizbakan ên nehatin girtin jî her dem rastî pêkutiyên leşker û polîsan hatin. Hevrêyê Yildizbakan ê xebatê Halil Altun, qala Yildizbakan û têkoşîna wî kir. Altun, anî ziman ku dewletê bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî Yildizbakan û malbata wî xwest hemû gelê kurd çavtirsandî bike û wiha got: "Dewletê bi helwesta li dijî Yildizbakan di serî de xwest gelê Dortyolê û hemû gelê kurd ê li Tirkiye çavtirsandî bike. Xwestin bi vê yekê peyamê "Em dê we û zarokên we tevan bavêjin girtîgehê. Em dê we tevan bikujin" bidin malbatên zarokên wan li çiyê. Lê di rastiyê de der barê malbata Mehmet Yildizbakan de tu sûc û delîlên sûc tune bûn. Tenê kurê wan PKK'î bû.

BI JIYANA XWE BERSÎV DA ÊRÎŞ Û KOMKUJIYAN

Altun, anî ziman ku dewlet ji têkoşîna Yildizbakan a sivîl û siyasî bêzar bû û jiber vê yekê ew avêtin zindanê û wiha got: "Tu carî li girtîgehê tenduristiya xwe nekir pirsgirêk. Her dem hêz û moral da girtiyên din. Pişti li girtîgehê nexweşiya wî pêş ket êdi çavê wî nedîdît. Hem li derve û hem jî li hundir hevrê bû. Li gel nexweyiyên giran tu carî vîna xwe teslîmî nexweşiyan nekir. Bi jiyana xwe her dem li dijî zextên li ser gelê kurd tê neşandin bû bersîv."

BI NASNAMEYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK SER BILIND RAWESTIYA

Hevalê Yildizbakan Turan Suzen ku ji salên 90’an heta niha Yildizbakan nas dike jî qala têkoşîna Yildizbakan kir û wiha got: "Bi gotinan nayê gotin. Ez birayê Mehmet ji salên 90’an heta niha nas dikim. Demek dirêje em li bendê bûn ku bê berdan. Me kêfa xwe dianî ku bê berdan. Lê li şûna em wî bi saxî pêşwazî bikin me darbesta wî pêşwazî kir. Hem li Dortyolê û hem jî li İskenderun, Arsuz û Erzinê kesek pir dihat hezkirin û nasîn. Bi tekoşîna xwe ya siyasî û bi nasnameya xwe ya îslama demokratîk jî dihat naskirin. Her kesî hurmet nîşanî wi dida û ji wî hez dikirin. Di salên 90’an de hat girtin û hat berdan. Lê dîsa dest ji doz û têkoşîna xwe berneda. Her dem ji heval û derdora xwe re dibû mînak. Li gel ku hemû malbata wi hat girtin jî dest ji doza xwe berneda. Tu carî serî danenî û tu carî serê xwe xwar nekir. Her dem serbilind û bi rûmeta xwe têkoşîya. Wekî mirovekî pir bi qîmet jiyana xwe ji dest da."