Ji bo girtiyan kampanyaya 'Tu jî nameyekê binivîse' dan destpêkirin

ÎZMÎR - Ekîba Hatiye Dîtîn (Gorulmuştur) ya ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên siyasî û yên nexweş, kampanyaya "Tu jî Navnîşanekê Bigire, Tu jî Nameyekê Binivîsîne" da destpêkirin.

Ekîba Hatiye Dîtîn (Gorulmuştur) ya ku balê dikêşe ser rewşa girtiyên siyasî û yên nexweş, kampanyaya "Tu jî Navnîşanekê Bigire, Tu jî Nameyekê Binivîsîne" da destpêkirin. Mebest ji vê kampanyayê ew e ku, balê bikişînên ser çewisandinên li girtîgehan ên bi Rewşa Awarte (OHAL) her diçe zêde dibin.

‘TU ÎKTÎDAR POLÎTÎKAYEKE EVQAS BÊ HEYA NESEPANDIYE'

Ji ekîba Hatiye Dîtin (Gorulmuştur) Adil Okay, bang li her kesî kir da ji her demê bêtir piştevaniya girtiyên siyasî bikin û wiha got: "Di dîroka Tirkiyeyê de bi qasî vê serdemê li girtîgehan ewqas binpêkirinên mafan xwe nedane der. Ji dema Osmanliyê heta niha hemû hikûmet polîtîkayên zindanîkirina mulaxifan sepandine. Lê belê, bi qasî 14 salên AKP'ê li ser tu girtiyekî/e siyasî polîtîkayeke evqas bê heya, bê îzan û bê însaf nehatiye sepandin."

‘DÊ NAMEYEK JI BO WAN BIBE CIHÊ MORALEKÎ GELEK MEZIN'

Okay wiha axivî: "Divê em li dijî van binpêkirinên mafan ên deraqilî derkevin. Divê em mirovên ku bi xeyalên cîhaneke xweşiktirîn ketin rê û hatin girtin bi tenê nehêlin. Herî baş em bi riya nameyan dikarin dengê xwe bigihînin wan. Nameyek, kartek dê ji bo wan bibe cihê moral û bexwtewariyeke gelek mezin. Di van rojên zor û zehmet em piştevaniya wan bikin. Hûn jî navnîşanekê bigirin û hun jî nameyekê binivîsînin."