MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, dema Waliyê Dersimê bû di hilbijartinên herêmî de amûrên spî belav kiribûn û ji ber vê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Tê îdiakirin ku niha heman walî li Mêrdînê tevlî xebatên "Erê" bûye.
Hat îdiakirin ku, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman jî beşdarî xebatên "Erê" yên ji aliyê AKP'a Mêrdînê ve tên birêvebirin bûye. Hat diyarkirin ku, Yaman tevî endamên AK Partiyê beşdarî xebatan bûye û bi welatiyan re hatiye gel hev û ji welatiyan doza dengê "Erê" kiriye.
Tê îdiakirin ku Yaman, beşdarî hemû çalakiyên referandûmê yên ji aliyê AK Partiyê ve tên kirin dibe û di çarçoveya xebatan de derfetên walîtiyê seferber kirine. Her wiha, hat diyarkirin ku ji hemû dibistanan re nivîs şandiye, da xwendekar ji venêrîna dibistanê bên muafkirin û beşdarî çalakiyan bibin.
LI DERSIMÊ AMÛRÊN SPÎ BELAV KIRIBÛ
Yaman ê beşdarî xebatên referandûmê dibe, dema Waliyê Dersimê bû, di hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an de bi beramberiya 5 milyon TL'yî amûrên spî û mobîlya belavkiribûn. Li gundikên Tokatli û Kurekli yên girêdayî gundê Doluca yê navçeya Qisleya Dersimê, cilşo belav kiribûn, lê derketibû holê ku li van deran ava şebekeyê tune bûye.
CEZAYÊ WÎ HATIBÛ TALOQKIRIN
Ji ber vê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind der barê Walî Yaman de doz vekiribû. Daîreya 8'emîn a Dadgeha Bilind jî, bi heman hincetê 7 meh û roj cezayê girtîgehê li Yaman birîbû. Cezayê der barê Yaman de bi qasî 5 salan hatibû taloqkirin.
Her wiha hat zanîn ku li Mêrdîna ku qeyûm tayînî şaredariyên wê hatin kirin, li karkerên şaredariyan beşdarbûyîna xebatên referandûmê yên AK Partiyê hatine ferzkirin û gefa heke beşdarî xebatan nebên dê ji kar bên avêtin li wan hatiye xwarin.