ŞIRNEX - Fermandariya Qereqola Cendermeyan a Gundikê Melê hewl dide şêniyên gundê Nerexê bi zorê bike cerdevan. Welatiyên gund ên cerdevantî qebûl nekirin, dest nîşan kirin ku leşkeran gefa "Hûn nebin cerdevan em ê kanên we yên komirê bigirin" xwarine.
Welatiyên gundê Nerexê yê bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê yên di sala 1992'yan de cerdevantiyê qebûl nekirin û li ser vê ji gund hatin dûrxistin, niha careke din bi heman sepandinê re rû bi rû ne. Hat zanîn ku, 20 roj berê Fernandariya Qereqola Cendermeyan a bajarokê bi boneya cerdevantiyê gazî hin şêniyên gund kirine û di civîna de ji wan xwestine ku li gund herî kêm 10 kesên ku temenê wan di bin 35 saliyê de ben bibin cerdevan. Her wiha ji ber tu encam ji civînê derneket, fermandariyê careke din gazî gundiyan kir.
'HÛN NEBIN CERDEVAN EZ Ê KANÊN WE YÊN KOMIRÊ BIGIRIM'
Welatiyên gund ên ji ber ewlehiyê navên xwe nedan, der barê naveroka axaftina li fermandariyê de axivîn û dan zanîn ku fermandariyê ji wan re gotiye: "Hûn çima nabin cerdevan? Çima gundiyên derdorê dibin û ew tên nobeta gundê we digirin? Hûn bibin cerdevan û nobeta xwe bigirin. Ger hûn cerdevaniyê qebûl nekin, ez ê kanên we yên komirê bidim girtin." Welatiyan dest nîşan kir ku wan jî li ser vê yekê bersiva: "Em nabin cerdevan û hewcetiya me bi girtina nobeta cerdevanên din a li gundê me tune ye."
Her wiha welatiyan ragihand ku di nav 20 rojan de, ji bo ku bibin cerdevan fermandariyê 3 caran bangî wan kiriye.
'GEFA 'TU WERE FERMANDARIYÊ EM Ê BACÊ HEL BIKIN' LI DIKANDAREKÎ XWARIN
Dîsa hat zanîn ku ev ferzkirina polîtîkaya cerdevantiyê ne tenê li vî gundî li hin cihên din jî pêk tê. Serokê DBP'ê yê Gundikê Melê Sadûn Sezer, der barê mijarê de axivî û ragihand ku leşkerên qereqolê li ser ciwanên bajarokê jî polîtîkya cerdevantî û sîxurtiyê dimeşîne. Sezer îdia kir ku cerdevanên bajarokê derveyî zagonan bac ji dikandareke jî xwestine û li ser bersiva dikandar a "pereyê min tune ye" jî leşkeran gefa "Tu were fermandariyê em dizanin em ê bacê çawa hel bikin." xwarine.