EDENE - Li gundekê Kozanê kesên nasnameya wan ne diyar bi çekan bi ser malekê de girtin û di êrîşê de yek jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Çokak ê navçeya Kozana Edeneyê şevê din kesên nasnameya wan ne diyar bi çekan bi ser malekê de girtin. Piştî Mehmet Dogan û hevjîna wî Ayşe Ayranci yên ji gundê Çolakê di saetên şevê de ji bo mêvandariyê çûm mala birayê dwe Huseyîn Dogan bûyer pêk hat, birayên Dogan li salona malê ji aliyê kesên ansnameya wan ne diyar ve rastî êrîşa çekdarî hatin. Di êrîşê de Huseyîn Dogan, hevjîna wî Fatma Yavuz, kurê wan Hakkı Dogan (8), birayê wî Mehmet Dogan, hevjîna birayê wî Ayşe Ayranci hatin kuştin. Kurê Yavuz Gorkem Temîzkan ê 20 salî jî bêyî birînekê bigire ji bûyerê rizgar bû. piştî Temîzkan ji malê reviya û agahî da cîranên xwe, agahî dan cendirme û servîsa lezgîn 112, hatin cihê bûyerê. Piştî cendirme hatin cihê bûyerê hat zanîn ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Cenaze rakirin Morga Saziya Tiba Edlî.