DAÎŞ bi 8-10 hezar TL meaş ciwanan dixapîne

MANÎSA - Bavê ciwanê 20 salî A. piştî kurê wî tev li DAÎŞ'ê bû reviya, serpêhatiyên kurê xwe û rêbaza rêxistinbûna DAÎŞ'ê vegot. A. diyar kir ku DAÎŞ xwe li bajaran wekî xwendekaran nîşan didin û piştî bi ciwanan re dikeve diyalogê bi gotina "Em dê 8-10 hezar tl meaş bidin" ciwanan dikin endamên xwe.

Li Manisayê DAÎŞ bi rêbazek balkêş xwe bi rêxistin dike. Bavê ciwanê 20 salî yê DAÎŞ'ê ew bi 8 hezar tl xapand û xwestin wî birevînin û piştre ji nava DAÎŞ'ê reviya axivî. Bavê bi navê A. diyar kir ku kurê wî hat xapandin û piştî rastî yan dît ji nava DAÎŞ'ê reviya. Bav A. li ser rêbazên DAÎŞ'ê yên li Manîsayê çawa xwe bi rêxistin dikin vegot. Li gundê Horozkoyê ku rêxistina DAÎŞ'ê hewl dide xwe li wir bi rêxistin bike û ciwanan bikişîne nava xwe rêbazên balkêş ên rêxistinbûna DAÎŞ'ê derketin holê. Bav. A. anî ziman ku di meha kanûnê de DAÎŞ'ê bi soza "Em dê meşa bidin te" xapandin û xwestin bibin nava DAÎŞ'e û wiha got: "Kurê min piştî ferk kir ku dê wî bibin nava DAİŞ'ê xwe ji wan xelas kir.

Li gorî gotina Bav A. endamên DAÎŞ'ê li Manîsa, Îzmir, Stenbol, Aydin û bajarên herêmê bi cih bûne û dixwazin ciwanan bixapînin.

'XWE WEKÎ XWENDEKARÊN SÛRIYEYÎ NÎŞAN DIDIN'

Bav A. anî ziman ku kesên xwe wekî xwendekarên Sûriyeyî nîşan didin kesên selefî ne û wiha got: "Kesekî Çeçen hat kurê min xapand. Ji kurê min re got ez dê te weki mamoste bibim Çeçenistanê. Got ger ku li wir bibe mamoste tu dê di navbera 1,5-2 hezar tl pere bistine. Li wir mizgeftên nû hatine çêkirin. Piştre tu dê 7,5 hezar meaş bistîne. Pişti kurê min xapandin kurê min bir Îzmir û Aydinê û ji wir jî tevî zarokeki din ew birin Konya. Kesê Çeçen carekê hat mala me jî. Bi tirkî pir baş dizane. Digot ez xwendekarim û ji Sûriyeyê me. Digot ez ji şer reviya me. Piştî kurê min winda bû ez ketim şopa wî. Ez çûm Konya û Rihayê. Lê min kurê xwe nedît. Min ji qereqolên Konyayê pirsî, lê min nedît. Ez çûm Walîtiya Konyayê û min agahî da. Walîtî li Şaxa Asayişê geriyan. Asayişê jî diyar kirin ku wan hin zarok girtin îfadeyê wan girt û pişre berdan. Gotin em dişopînin û wan meraq nekin. Cîgirê walî diyar kir ku ji ber delîlên şênber di destê wan te tune tiştekî bikin tune ye. "

Bav A., anî ziman ku piştre çûn li dergeha Semsûriyan û wiha got: "Li ser deriyê wê dergahê nav tune bû. Tabela jî tune bû. Min ji mirovê li wir pirî. Wî jî got kengî çûye. Piştre li sîstemê nerî û got hatine vir û çûne. Got me ew şandine Otela Mevlana. Ez çûm her derê. Lê min tiştek bi dest nexist. Ez vegeriyam Manîsa. Piştre kurê min li min geriya û got "Ez li Rihayê me. Kurê min li min geriya û got meraqa min neke ez dê hefteyek şûnde gelek pere ji tere bişînim. Piştre ez çûm Harranê. Ez çûm Qereqola Cendirmeyan. Min li Rihayê serî li gelek cihan da. Lê min tiştek nedît û ez vegeriyam."

'DI ŞEFA DAWÎ DE FERQ KIR'

A. da zanîn ku 3 rojan li Rihayê li kurê xwe geriya û wiha got: "Piştî ez çûm Riha û vegeriyam, çend roj şûnde kurê min bi xwe vegeriya. Kurê min di şeva dawî de ferk kir ku dê wî bibin nava DAÎŞ'e. Kurê min ji Manîsa heda digêje Herranê dibin 11 kes. 7 kes ji Stenbolê hatibûn. Soza kar û meaş dabûn gelekan. Dibêjin "Em dê 8-10 hezar tl bidin" û wan dixapînin. Yên wan dixapînin dibin Harranê û ji wir jî wan tev li DAÎŞ'ê dikin. Wan li wir dibin mêvanxaneyê û kesên rîdirêj wan pêşawî dikin. Dibêjin cihê kar û peywira we diyar bû em dê 80 hezar tl bidin we. Dibêjin dê malbatê tespit bikin û pere ji malbatê re razînin. Piştî kurê min ev yek ferk kir bi yê çeçen re niqaş dike û bi nobetar re niqaş dike. Birindar dibe û direve di saetên serê sibê de teslimî cendirmeyan dibe. Pitre cendirme îfadeya wî digirin û bawerim operasyonê li cihê wî dikin. Kurê min piştre xwe ji destê wan xelas dike û tê malê.

A. bang li hemû malbatan kir û xwest li hemberî lîstîkên DAÎŞ'ê hişyar û baldar tev bigerin.