WAN - Hat idîakirin ku li navçeya Elbaka Wanê zaroka 17 salî Bilnaz Yalvaç întîhar kir. Cenazeyê Yalvaç ji bo otopsiye birin Wanê.
Li gundê Xanik ê Navçeya Elbaka Wanê hat îdîakirin ku zaroka 17 salî Bilnaz Yalavaç întîhar kiriye. Hat diyar kirin ku Yalvaç di 28'ê Adarê de li malê bi çifta seytê xwe kuştiye. Yalavaç ku jiyana xwe ji dest da, cenazeye wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Piştre cenaze ji bo otopsiyê birin Wanê.