WAN - Li Wanê 12 kesên ku di nava wan Hevşaredarên Payîzavayê Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz ên ku qeyûm tayînî cihê wan hatine kirin jî hene hatin binçavkirin.
Li Wanê di serdegirtina malan de 12 kesên k udi nava wan de Hevşaredarên Payîzavayê Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz ên ku qeyûm tayînî cihê wan hatine kirin, xebatkarên şaredariyê Muhîttîn Botan, Hakîm Koç û Hadî Sonmez jî hene hatin binçavkirin. 12 kesên k udi saetên serê sibê de hatin biçavkirin û hinceta binçavkirina wan ne hat zanîn birin Midûryeta Polîsan.