REQA - Du birayên Tabqayî yên di nava hêzên QSD’ê de li Bendava Tabqayê pêşde diçin diyar kirin ku QSD hêza yekane ya ku axên Sûriyeyê diparêze û wiha gotim: “Pratîka wan li holê ye. Em bang li ciwanên Ereb dikin werin em bi hev re axa xwe azad bikin.”
Hemleya Xezeba Firatê piştî balefirgeha leşkerî bi operasyona ji bo rizgarkirina Bendava Tabqayê didome. Gelek hêzên leşkerî di bin banê Qûwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tevlî operasyonê bûne û ciwanên Tabqayê jî bi vîna tolgirtinê di eniyên pêş de cihê xwe digirin. Di nava ciwanên Tabqayê de şervanên ji heman malbatê bale dikişîne. Birayên Ehmed Tabqa û Diyar Firat ên ji Tabqayê mînakek ji vê ne.
JI BO NE MIRIN!
Ehmed Tabqa (23) diyar kir ku dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wan kirin bê parastin bûn û wiha got: “Kesekê em ne parastin, hêzên me yên parastinê tune bûn, ji ber vê em mecbûr man di bin zilma DAÎŞ’ê de bijîn. Ez ji bo gelê xwe rizgar bikim tevlî hêzên QSD’ê bûm. Em li bajar û bendavê pêşde diçin. Em ê di demek kin de mizgîniya azadiyê bidin. Malbatên me di destê DAÎŞ’ê de ne. Ji bo em wa rizgar bikin tevlî eniyê bûne. Em gelek ji hev kirin û parçe kirin. Me her roj ji bo ne mirin xwe diveşart.”
'TEVLÎ QSD’Ê BIBIN'
Tabqa, da zanîn ku wan riyek dîtiye ji DAÎŞ’ê reviyane û wiha pêde çû: “Em bi vîna xwe ya azad tevlî QSD’ê bûn. Me gelek zilm ji DAÎŞ’ê dît. DAÎŞ’ê bajar û malbatên me ji me stendin ji bo em hesabê vê bipirsin tevlî QSD’ê bûn. Em dixwazin hemû ciwanên Reqa û Tabqayê bên vir. Bila bên û ji bo rûmeta xwe şer bikin. Bila bên û axa Sûriyeyê ji çeteyan rizgar bikin.”
PRATÎKA QSD'Ê LI HOLÊ YE
Diyar Firat jî anî ziman ku wekî hêzên QSD’ê wan berê xwe dane Tabqayê û wiha axivî: “Em niha ber bi bendava Tabqayê ve diçin. Em ê hemû axa Sûriyeyê bi parêzin, dagirker ne tene çeteyên DAÎŞ’ê ne, gelek çeteyên wekî wan hene. Em beriya 6 mehan tevlî hêzên QSD’ê bûn. Ez bi birayê xwe re li eniyê me û ji bo azadiyê şer dikin. Ji ber wê ne pêwîste bê nîqaşkirin ku QSD çiye. QSD hêza bingehîn a ji bo parastina axa Sûriyeyê ye û pratîka wan jî li holê ye. Hemû cihan ji çeteyan rizgar dikin. Em ji vir bang li ciwanên Ereb dikin. Me ji bo azadî û axa xwe ev rê hilbijart, banga me ji bo wane jî werin em bi hev re axa xwe azad bikin.”
Nazim Daştan- dihaber