AMED - Hevsera Ferhan Turk Hamdiye Turk ku hevserê wê Ferhan Turk piştî darbeya 1980'an di 28'ê Adara 81'an de hat girtin û piştî wê 7 carên din hat girtin û berdan, 36 sal şûnde dîsa ji doza KCK'ê hat girtin û niha rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat. Hamdiye Turk, diyar kir ku emrê wê li ber deriyê girtîgehan derbas bû, lê ew tu carî li dijî vê zilmê serî natewînin.
Di 28'ê Adarê de 154 siyasetmedarên kurd ên li Amedê ji doza sereke ya KCK'ê dihatin darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê rastî cezayê girtîgehê hatin. Di nava 154 siyasetmedarên kurd de 99 siyasetmedar rasti ceza hatin. Di nava wan de siyasetmedadrê kurd Ferhat Turk jî heye. Ferhan Turk rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin. Turk heta niha 7 caran hat girtin û dîsa serbest hat berdan. 14 sal emrê Turk di girtîgehê derbas bû. Li gel Turk hat girtin emrê hevsera Ferhan Turk Hamdiye Turk jî liber deriyê girtîgehan derbas bû. Ferhan Turk, herî dawî di 21'ê Mijdara 2016'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Hevsera Turk Hamdiye Turk duh ji bo rûniştina doza siyasetmedarên kurd bişoyîne ji serê sibê heta êvarî li ber edliyê rawestiya. Hamdiye Turk, ku li ber baranê li pêş edliyê rûniştina dozê şopand, piştî ceza hat birîn bertekên xwe anî ziman.
‘NEVÎ Û NEVÎÇIRKÊN ME JÎ VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN'
Hamdiye Turk, diyar kir ku Ferhan Turk wekî mamê xwe Ahmet Turk têkoşîna aştî û demokrasiyê dide û wiha got: "Bi salan emrê wî di girtîgehê de derbas bû. Ji dîrokê heta îro kurd her dem rastî îşkence înkar û îmhayê tên. Lê her dem jî kurdan diber xwe daye û serî netewandiye. Her dem kurd rastî cezayan hatin. Lê kurdan dîsa serî netewand. Em tu carî li hemberî cezayan serî natewînin. Em dest ji vê doza kurdan bernadin. Em qet serî li hemberî vê zilmê nadinin. Ne em û ne jî nevî û nevîçirkên me dê vê dozê qebûl nekin."
Turk, anî ziman ku cezayê di doza KCK'ê ya Sereke de dixwazin siyasetmedarên kurd çavtirsandî bikin û wiha got: "Bi van cezayan nikarin malbata Turk bitirsînin. Dema Ferhan ji doza KCK’ê hat girtin keça min 3 salî bû. Ji ber ku çîroka bavê xwe ya ji salên 1980’an hat girtin û rastî îşkenceyê hat derûniya wê xera bûye. Em bi têkoşîna Ferhat Kurtayan mezin bûn. Wan di têkoşîna azadiyê de bedena xwe dan ber agir û di ber xwe dan. Ji ber vê yekê ceza ji bo me ne tiştek in.
'WELATÊ ME KIRIN DOJEH'
Turk, anî ziman ku biryara hatiye dayin biryarek polîtîk e û xwest her kes vê zilmê qebûl neke. Turk, kurdên di nava AKP'ê de cih digirin jî rexne kir û wiha got: "Divê êdî daxwazên aştî û demokrasiyê bi cezayan neyên pêşwazîkirin. Welatê me kirine dojeh. Divê tu kes vê yekê qebûl neke.
DÎSA 28 ADAR
Turk, destnîşan kir ku Ferhan Turk piştî darbeya salên 80'ê di 28'ê Adara 1981'an de hat girtin u niha dubare dîsa di 28'ê Adarê re rastî ceza hat û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ferhan 36 sal şûnde dîsa di 28'ê Adarê de rastî ceza hat. Êdî tiştekî em bêjin tune. Têkoşîna me dê bidome û em serî natewînin."