ENQERE - Hİkûmeta ku beriya hilbijartinên demên borî xedexeya derketina kolanan îlan kir û li dijî bajarên kurdan êrîş da destpêkirin beriya referandumê jî planeke dişibe vê amade kir û tê gotin ku dê pêla duyemîn a êrîşan dê bide destpêkirin.
Tê gotin ku li dijî kurdan pêleke êrîşan a nû jî dê beriya referandumê bikeve dewreyê. Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê ya nêzî hikûmetê ye wekî şerê ku di tîrmeha 2015'an de li dijî kurdan hate îlankirin dê beriya referandumê jî bê destpêkirin. Plana ku tê gotin ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suyelman Soylu ve hatiye amadekirin "ji bo ku PKK beriya referandumê ji sînor derbas nebe." ye.
Pêla duyemîn a êrîşan a li dijî Şirnex, Hezex, Cizîr, Sîlopî, Colemêrg, Çelê, Şemzînan, Gever, Mêrdîn, Kerboran, Dêrik, Qoser û Nisêbînê bê destpêkirin balkêş e beriya referandumê tê gotin ku dê bê destpêkirin. Tê îdiakirin ku ev êrîş ji bo PKK careke din piştgiriyê negire û li van navendan nekeve nava tevgerê.
Di nûçeyê de tê gotin ku bi êrîşan re dê bi awayeke hemwext li Şirnexê 5 hezar û 40 avahî, li Sîlopiyê hezar û 696 avahî, li Hezex û Cizîrê 3 hezar 587 avahî û 306 kargeh, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 4 hezar û 245 avahî û 353 kargeh tên çêkirin.
Li van navendên navborî HDP heta ku ji berî 90 deng girtiye, bi îlankirina qedexeya derketina derve û operasyonên bên lidarxistin ve hilbijartinên li vir dê gumanbar bin.