Li Girtîgeha Mêrdînê 40 girtiyên din dest bi grevê kirin

MÊRDÎN- Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê piştî ku 8 girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hatin sirgunkirin 40 girtiyên din çalakî dewr girtin.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ji bo ku girtî mafên xwe yên ji berê de hatine bi destxistin bi parêzin despêkê 8 girtî dest bi çalakiya birçîbunê dikin, piştî kû 8 girtî hatin sirgunkirin li şuna wan de 40 girtiyên din ên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên ku bi riya malbatên xwe agahî parve kirin ev peyam dan:" Mafên me yên kû bi bedelên mezin hatine bi dest xistin û hatine qebûl kirin tune tên hesibandin. Tê xwestin ku ev rewş di girtîgeha Mêrdînê de jî were kirin. Beriya 10 rojan 3'ê jê jin 8 hevalên me yên greva birçîbûnê ya bêdem dabûn despêkirin hatin sirgunkirin. Em dixwazin di tevayî girtîgehan de daxwazên me bên qebûl kirin û sirgunên ku weke di nava ceza de caza tê dîtin ji holê werin rakirin. Em bang li raya giştî jî dikin ku bi hestiyarî tev bigerin." Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 400 girtiyên siyasî tên girtin.