STENBOL - Bavê zarokê 8 mehî Miraz ê tevî dayika wî Gulistan Diken Akbaba girtî ye Cengiz Zaza Akbaba, diyar kir ku niha kurê wî yê 8 mehî girtî ye û nikarin wî hembêz bikin. Akbaba, anî ziman ku bi hinceta ewlehiya neteweyi zerarê dibîne destûr nadin zarokê xwe hembêz bike û wiha got: "Ev çawa edalet e? Vî zarokî çi kiriye û çend cînayet kirine?"
Miraz ê 8 mehî tevî dayika xwe Gulistan Diken Akbaba di 19'ê Sibatê de hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê. Miraz û dayika xwe hêj girtî ne. Bavê Miraz Cengiz Zaza Akbaba, bertek nîşanî girtina kurê xwe Miraz û Hevsera xwe Gulistan da û wiha got: "Ji roja hevsera min hat girtin ez kurê xwe li pişt caman dibînim. Nikarin wî hembêz bikim. 6 mehin ez kurê xwe yê 8 mehî li pişt caman ziyaret dikim. Em li pişt caman dengê me naçe hev û em nikarin hev hembêz bikin. Ger ku hevdîtina vekirî asteng nekin em dê piştî 10 meh şûnde hev hembêz bikin."
'EV ÇAWA EDALET E'
Bav Akbaba, bertek nîşanî biryara dadgehê jî da û wiha got: "Hevsera min ji ber biryara dadgehê ya li dijî hiqûqê hat girtin. Dema em bebeka xwe hembêz bikin dibêjin 'Dê Ewlehiya neteweyî zerarê bibîne' Ev çawa edalet e? Bi KHK'yan hevdîtina mehane derxistin 2 mehan. Gulistan û Miraz bi biryara dadgeha darbekar hatin girtin. Niha kurê min 8 mehî ye. Serokomar 4 meh û 10 rojan girtî maye. Wê demê bi 30.000 kesan re hevdîtina vekiri kir. Lê em niha nikarin bi zarokê xwe yê 8 mehî re hevditina vekiri bikin. Ev çawa edalet e. Çi kiriye. Çend cînayet kirine?"