ENQERE - Saziyên Elewî yên ku helwesta xwe ya ji bo referandumê “Na” nîşandan diyar kirin ku qanûna bingehîn a 1980’ê elewî tune hesiband û ev qanûn jî wan înkar dike.
Gelê Tirkiyeyê di 16’ê Nîsanê de ji bo referandumek krîtîk diçe ser sindoqan. Hemû aliyên civakê yên cuda heta niha helwesta xwe ya di referandumê de diyar kirin. Yek ji aliyên cuda yên ku dibêjin “Na” jî Elewî ne. Gelê elewî ji bo bêjin “Na” gelek sedemên xwe hene. Saziyên Elewiyan derbarê referandumê de helwesta xwe anîn ziman ku gotin ku ev qanûna bingehîn Elewiyan înkar dike ji ber wê ew ê bêjin “Na”.
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Ganî Kaplan diyar kir ku ev ne hilbijartineke berdewama referanduma 2010’an ne û wiha got: “Wê demê kesekê îtîraza madeyên hatin guhertin ne kirin. Piştî çend guhertinên krîtîk bandora wê ya li ser civakê hatibû dîtin. Kumpasa Ergenekon, Balyoz hat dîtin. 30-40 sale welat di nava şerê navxweyî de ye. Wekî tê dîtin ev referandum jî di hawirdora şer û OHAL’ê de tê kirin. OHAL çiye ji sala 92’yan were ez, gelê herêmê, gelê kurd baş dizanin. Divê gelê tirk jî baş bizanibe OHAL çiye. Referandum tu tiştekî ji bo mafê gelên welat bîne tune ye. 7’ê Hezîranê ji bo vî gelî mîlatek bû. Lê muxalifan ev baş nexwend. Ji ber wê di encamê de qetlîam hatin jiyîn. Hikûmetê wê demê provayên şerê navxweyî kirin. Ligel provokasyonên hikûmetê jî gel nayên lîstokan. Di nava gelan de empatiyek heye. Bi taybet piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê me ev jiya. Piştî hilbijartinan hikûmetê destpê kir û destpêkê li Pirsûsê piştre li Enqereyê qetlîam pêk hatin. Gel li dijî hev hestiyarin. Ez wekî gelekî tirkmen empatiya min bi gelê kurd re danî ez bawer dikim ku wan jî b imin re daniye. Ez bawer nakim ku şerê navxweyî bikeve nava van gelan. Lê hikûmet bi israr vê di rojevê de dihêle. Emê van siltan û Yezîtan hilweşînin.”
ELEWÎ DIBÊJIN NA
Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî Muhîttîn Yildiz, da zanîn ku lihevkirin û xebatên qanûna bingehîn divê ji bo aştiyê bin û wiha pêde çû: “Ger hûn projeya aştiyê nakin û li gorî yek rengî qanûna bingehîn amade bikin ev nabe qanûna bingehîn. Hûn nikarim nasnameyên heyî tune bi hesibînin. Piştî sala 1980’î hawirdorekî ku li ser ziman û olê siyastê dide meşandin derket holê. Em li dijî vana derketin, kesên ku xwe wekî mexdurê vê didin nîşandan, niha bi heman pêkanînên faşîzane, guhertinên qanûna bingehîn amade kiriye û tîne pêşberî civakê. Ev felaketeke. Em dibêjin bila li welat serweriya hiqûqê hebe, lê dê niha radestî zilamekê bê kirin. Qanûna bingehîn a 1980’an qanûneke ku Elewî nas nedikirin û guhertinên qanûna bingehîn a niha jî Elewiyan tune dihesibîne. Di referandumê de dê Elewî teqez bêjin Na. Ev guhertinên ku amûrê fereseta ku li welat kaosê derdixe ye elewî ji vê re dibêjin Na. Heta guhertinên qanûnek bingehîn a aştiyane ne be dê Elewî bêjin Na Na Na.”
ELEWÎ JI BO CIHÊ XWE DIBÊJIN NA
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Haci Beştaş Velî Anadoluyê Tuncer Baş destnîşan kir ku gotinên hikûmetê yên li dijî elewiyan ji dema Osmaniyan tê û wiha domand: “Li dijî hemû kesên ji xwe nabînin zimanê nefretê bikar tînin. Me dît ku gotinên li dijî me bikar tînin gotinên nefretê ne. AKP’ê zimanê nefretê bikar tîne. Li dijî daxwaza Elewiyan a ku bila cemevî bibin cihên îbadetê yên elewiyan bêcîdiyet nêz dibin. hêj li bîra me dema gotin cemevî cihê cergebezê ye. Di nava hikûmetê de elewî tune ne. Hewldan hinek rêxistinên Elewî yên vale ava bikin. Dema rastiya tiştekî hebe wêneyê wê kêrî karekê nayê. Em tevlî komxebatên Elewiyan kirin. Me elewî li ser li bingehê welatî û hiqûqî parast. Hûn baweriya me çiye deynin aliyekê me got mafê me yê hemwelatiyê nas bikin. Di encama komxebatê de çiya mişkek anî. Elewî ji bo her cihê lê dijî dibêje Na.”