Cenazeyê Murat Gungormuş hate definkirin

DERSIM - Cenazeyê Murat Gungormuş ê ku li Dersimê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin.

Cenazeyê Murat Gungormuş (Serxwebûn) ê HPG'î yê li herêma Kutuderesî ya dersimê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate teşhîskirin. Cenazeyê Gungormuş anîn Dersimê û li Cemxaneyê merasîm hat lidarxistin. Ji ber ku rêveberên Cemxaneyê cenaze neşuşitin ev bû sedema nerazîbûnan. Li ser nerazîbûnan rêveberên Cemxaneyê diyar kir ku ew ji ber pêkûtiya Walîtiya Dersimê cenaze neşuştine. Piştî nerazîbûnan rêveberiya Cemxaneyê cenaze şuşt û cenaze anîn cihê merasîmê. Li vir piştî wecîbeyên olî rêz hate girtin. Di merasîmê de parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu ji bo dersimiyan ser saxî xwest û wiha got: "Ji 38'an heta niha li dijî feraseta Muaviyeyê pîr û kalên Murat jî çog daneynîn wî jî çog danenynî. Bila Murat heqê xwe ji me helal bike."

Piştî axaftinan cenazeyê Gungormuş li wesayîta cenaze hat suwarkirin û birin gundê Vankukê. Cenaze li vir bi duayan hat definkirin.