Saziyên Îzmirê ji bo Şakranê rojekê ketin grevê

ÎZMÎR - Rêxistina DBP'ê ya Îzmirê bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyên Girtigeha Şakranê ku 43 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene ji bo rojekê ketin greva birçîbûnê.

Çalakiya girtiyên PKK PAJK'î ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Şakrana Alîaga ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe, zextên li ser girtiyên siyasî bi dawî bibe û operasyonên siyasî û leşkerî yên li herêmê bi dawî bibe di 15'ê Sibatê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya girtiyên siyasî yên Şakranê di roja 43'an de berdewam dike. Rêxistina DBP'ê ya Îzmirê jî ji bo piştgiriyê bide girtiyan ji bo rojekê li avahiya xwe dest bi çalakiyê kirin. Rêveberên DBP'ê, Endamêm Meclîsa Dayikên Aştiyê, Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan, Endamê Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya grevê de pankartên “Ji tecrîdê re bes e. Dest nede vîna min." hatin vekirin. Çalakgeran berdilkên ku li ser "Azadiya te azadiya me ye" hatibû nivîsandin li xwe kirin. Berî çalakî dest pê bike Hevserokê DBP'ê yê Îzmirê Suleyman Gunduz, anî ziman ku li ser girtiyan û girtîgehan zext û îşkence didome û wiha got: “Li Girtîgeha Şakranê çalakiya grevê di roja 43’an de berdewam dike. Jiyana girtiyên di çalakiyê de ketiye rewşek krîtîk. Ji bo zextên li ser girtîgehan bi dawî bibin û daxwazên giriyan pêk bê em jî li vir rojekê dikevin çalakiyê û piştgiriyê didin girtiyan. Heta daxwazên girtiyan pêk bê em dê piştgiriyê bidin wan."

Piştî daxuyaniyê dest bi çalakiyê kirin.