EDENE - Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'e hatin girtin Hakan Ergun, duh ji girtîgehê hat berdan û dîsa hat binçavkirin.
Xebatkarê Rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê yên bi KHK'ê hatin girtin yê Edeneyê Hakan Ergun, ku bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû girtin, duh serbest hat berdan. Ergun, ku duh li 2'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Edeneyê hat berdan dîsa hat binçavkirin. Ergun dema ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê derket li ber deriyê girtîgehê ji aliyê polîsan ve bi hinceta der barê wî de dozek heye hat binçavkirin. Ergun ku bi şev hat binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Edeneyê. Ergun li TEM'ê tê girtin.
Ligel Ergun girtî bû jî dîsa polîsan di 16'ê Adarê de bi ser malbata Ergun de girtibû û diyar kiribûn ku der barê wî de biryara binçavkirinê heye.