SÊRT - Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi KHK'ê hat girtin Ayla Akat Ata ya girtî tê darizandin, li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bû. Akat, parastin kir û diyar kir ku her kestiyek û xwediyekî wî heye û her kes dixwaze bigêje hestiyên xwe. Akat, da zanîn ku daraz bûye amûr.
Berdevka Demî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi KHK'ê hat girtin, Ayla Akat Ata ji ber beşdarî merasima goristanek PKK'îyan bû doz lê hatibû vekerin. Akat Ata ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandira girtî ye bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştina dozê ya li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bû. Akat Ata bi riya SEGBÎS'ê parastin kir. Ata ji ber bi riya SEGBÎS'ê beşdarî nûniştina dozê bû, piştî nêviyê rûniştinê beşdar bû.
DARIZANDIN LI DIJÎ USÛLÊ YE
Di rûniştina dozê de Prz. Gulşen Ozbek, îtîraz kir ku dosya bi îdîaya "Bi îdîaya propaganda rêxistinê kiriye" û dosya din kirine yek û wiha got: "Darizandina muwekila me ji aliyê usûl û esas ve li dijî rêgez û zagonan e. Erk û peyvira vê dadgehê tune. Di dosyayê de sucdariyên ne mijara dosyayê ne hatine bicih kirin. "
Prz. Ozbek, parastina nivîskî pêşkêşî heyeta dadgehê kir û daxwazên xwe wiha rêz kir: Divê dadgeh dest ji biryarên xwe berde. Dadgeh ji nûve li şahidên îfade dane guhdar bike û şahidê îfade li ser Akat dane jî divê di rûniştinek din de beşdarî rûniştina dozê bibin. Divê Komîsyona Lêgerîna Heqiqetê girtekên li meclîsê ji nûve di ber çavan re derbas bike. Divê axaftina bi Waliyê Sêrtê re kiriye ji nûve bê lêkolînkirin."
Ozbek dîsa têkildarî vekirina gorên komî yên li Rûsyayê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa wekî biryara mînak li dosyayê zêde kir.
Prz. Şirin Şen jî parastin kir. Piştre Ayla Akat Ata bi riya SEGBÎS'ê îfade da.
‘EV DARIZANDIN NÎŞAN DIDE KU DARAZ BÛYE AMÛR'
Ata, piştî pergala SEGBÎS'ê hat avakirin ji Girtîgeha Tîpa F a Kandira îfade da û wiha got: "Ez beşdardî îfadeya parêzeran dibim. Min berê jî îfade dabû. Ez wê demê parlamentera Êlihê bûm. Ez carekê çûm goristanê. Li wir bûyer hebûn. Ez jî wekî wekîl çûm wir. Waliyê Sêrtê destûr nedida ku li wir goristan bê avakirin. Têkildarî mijarê em bi walî re di axivîn. Wê demê pêvajoya çareseriyê dest pê kir û ji bo ev pêvajo pêş bikeve jî diviya bû gorên komî bên vekirin û cenaze li goristanekê bên defin kirin. Ji ber ku xwediyekî wan hestiyan hebû. Xizmên windayan hestiyek be jî dixweza bibîne û gorek wan hebe. Dixwazin li gorî pîvanên olî cenazeyan bispêrin axê dua bikin. Min jî di çarçoveya meclîsê de xebat meşand. Ji bo ku ez bawer dikim bi heqîqetê re bên rûqalî hev ez tev geriyam. Niha ev nişan dide ku daraz bûye amûr. Ji bo ku di pêvajoya çareseriyê de ev gor bên avakirin destûr hat dayîn. "
Piştî parastinê dozger mutala xwend. Heyeta dadgehê jî piştre biryar da ku kesên li ser Ata îfade dane ji nûve bên guhdar kirin. Heyetê rûniştina dozê taloqî 29'ê Gulanê kir.