8 nûçegihanên AA’yê hatin binçavkirin

ENQERE - Di çarçoveya lêpirsîna bernameya ByLock a ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de 8 nûçegihanên Ajansa Anadoluyê hatin binçavkirin.

Lêpirsîna di çarçoveya “FETO/PDY” a bi hinceta bernameya ByLock riya agahî girtinê ye ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin berdewam dike. Di operasyonên li tevahiy Tirkiyeyê tê meşandin de bi îdîaya bernameya ByLock bi karanîne 8 nûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA) hatin binçavkirin. Hat zanîn ji kesên bi navê S.P., Î.Y., Y.D., T.K., A.D., Y.K., A.K. û H.O. ên hatine binçavkirin hinek serbest hatine berdan.

Di nava kesên hatin binçavkirin de hat îdîakirin ku nûçegihanê ji bo Serokwezîr bi şopîne hatibû peywirdarkirin jî heye.