AMED - Dosyaya ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de hatiye vekirin û li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin heta 142 salan ceza tê xwestin ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi hinceta "ewlehiyê" neqlî Enqereyê hat kirin.
Dosyaya doza ku der barê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye hatiye vekirin û li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin û heta 142 salan ceza tê xwestin ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve bi hinceta "ewlehiyê" hate neqilkirin. Doza Demîrtaş neqlî Dadgeha Cezaya Giran a enqereyê hat kirin.
8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di 3'yê Sibatê de ji bo ku doza Demîrtaş li bajareke din bê dîtin daxwaza ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîs bê nivîsandin kiribû.