STENBOL - Piştevaniya Taksimê ji bo rûniştina doza Berkîn Elvan a di 6'ê Nîsana 2017'an de bê dîtin civîna çapemeniyê pêk anîn û banga tevlêbûna dozê kirin.
Piştevaniya Taksimê, ji bo tevlêbûna rûniştina doza Berkîn Elvan a di 6'ê Nîsana 2017'an de li Edliya Stenbolê bê dîtin banga tevlêbûnê kirin. Piştevaniya Taksimê li Şaxa Odeya Mîmaran a Buyukkentê civîn pêk anîn. Di civînê de parêzerê malbata Berkin Elvan, hunermend Orhan Aydin û gelek welatiyên din beşdarî rûniştina dozê bûn. Di civînê de bang li parazvanên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî hat kirin ku beşdarî rûniştina 6'ê Nîsanê bibin.
Li ser navê Piştevaniya Taksimê Sekreterê Komîsyona ÇED'ê ya Şaxa Odeya Mimarên TMOBB'ê ya Stenmolê Mucella Yapici axivî û wiha got: "Heta ku hemû qatilên Berkîn Elvan ê 14 sali ku bi fîşeka gaza îsotê hat kuştin neyên darizandin û cezakirin em dê nikaribin bi şev rehet razên. Daxwaza darizandin û cezakirina hemû kujerên Berkîn, ne tenê daxwaza Berkîn Elvan e. Daxwaza hemû kesên li vî welatî edaelt, hiqûq, demokrasî û azadiyê dixwaze ye. Yekemîn rûniştina doza Berkîn di 6'ê Nîsana 2017'an de tê dîtin. Em dixwazin Walî û Midûrê polîsan ê wê demê derkevin pêşberî dadgehê û bên darizandin. Divê kesên bûne sedema van kuştinan bên darizandin û rê li pêş darizandina wan bê vekirin. Divê rê li pêş darizandinakesên di serî de Berkîn û hemû zindiyên li ser vê axê kuştin bê vekirin. Hemû kesên edalet, azadi, û demokrasiyê dixwaze divê beşdarî rûniştina doza Berkîn Elvan a saet di 9.30'ê 6'ê Nîsanê li Edliyeya Çaglayanê bibin.
JI HESAP BIPIRSIN DIVÊ BÊN
Bavê Berkîn Elvan Sami Elvan jî jî wiha got: "Ji bo em hesabê kuştina Berkin ê me emanetî hevî û daxazên milyonan kir bipirsin divê em beşdarî rûniştina dozê bibin. Tirkiye di rojên tarî re derbas dibe. Hesabpirsîna kuştina bi xayînî ne tenê ji bo xwedîderketina biranîna kurê min e. Di heman demê de hesabpirsîna kesê kuşt û kesê ferman da ji jêr heta jor hesabpirsîna tevan e. Hesabpirsîna hemû tariyan e. Ji bo em hesap ji kujer û fermandarê kujer bipirsin em dê di 6'ê Nîsana 2017'an de li Çaglayanê bin."
Parêzera Berkîn Elvan Oya Aslan, jî anî ziman ku ger bixwestina dikaribûn di nava 3 saetan de kujer bigirtana, lê nasnameya polîsê kujer hat veşartin û lîsteya polîsên ku çek bikar anîn neda wan.
BERSÛC DÊ BI SEGBÎSÊ BEŞDARÎ DOZÊ BIBIN'
Parêzerê Elvan Can Atalay jî anî ziman ku heyeta dadgehê dê bersûvan bi rêya SEGBİS'ê beşdardî rûniştina dozê bike û wiha got: "Em carek din dixwazin ku bersûc Fatih Daldal li salona dozê amade bibe. Ev kar û berpirsiyariya dadgehê ye."