‘Ger na derbikeve dê malên we bên xirakirin, deriyê sînor bê girtin û rê neyên çêkirin’

COLEMÊRG - Endamên AK Partiyên yên li Colemêrgê xebatên referandumê didin meşandin bi gotinên “Ger na derbikeve dê malên we bên xirakirin, deriyê sînor û şantiyeyan bên giritn, pir nayên tamîrkirin û yên nû nayên çêkirin” zextan li welatiyan dikin.

Endamên AK Partiyên yên li gundên Colemêrgê xebatên referandumê yên ji bo “Erê” didin meşandin, hat diyarkirin ku bi gotinên “Ger na derbikeve dê malên we bên xirakirin, deriyê sînor û şantiyeyan bên giritn, pir nayên tamîrkirin û yên nû nayên çêkirin” zextan li welatiyan dikin. Hevserokê HDP’ê yê bajar Metîn Besî ku li gundê Lêwin firset dît li xebatên wan guhdar bike diyar kir ku endamên AK Partiyê ji welatiyên li gundê Peyanisê dijî re gotine ger “Ger Erê dernekeve dê pirên we neyên çêkirin, pirên nû yên pêwîstî pê hene neyên çêkirin û hûnê nikaribin ji tu xizmetên Meclîsa Giştî ya Bajar sûdê bigirin”.

LI HEMÛ GUNDAN HEMAN TIŞT

Besî da zanîn ku li hemû gundan heman propaganda tê kirin û wiha got: “Gef li welatiyên Çelê yên bazirganiya sînor dikin xwarine. Gundiyên Deştanê yên li ser Deriyê Sînor ê Deştanê ne jî rastî gefa ‘ger Na derbikeve dê deriyê sînor bê girtin’ hatine. Rêveberên AKP’ê yên ji bo ‘Erê’ xebatan didin meşandin dema li gundan tişta dixwestin bidest nexistin vê carê jî gefan li gundiyarn dixwin. Li gundê Lêwinê jî rastî gefa ‘ger Erê dernekeve dê şantiyeya aîdî Îdara Taybete bê girtin’ hatin. Gotine dê pir neyên çêkirin û xizmet neyên dayîn. Heman gotin li gundên Çelê û Deştan hatine gotin. Gotine ger ‘Erê’ denekeve dê deriyê sînor ê diçe Herêma Federal a Kurdistanê bê girtin.”

‘DÊMALÊN WE BÊN XIRAKIRIN’

Besî, anî ziman ku ji gundiyên gundê Aşutê re jî gotine “Ger Erê dernekeve dê malên we bên xirakirin” û wiha domand: “Gund liherêma sînore. Zextan li gundiyên bazirganiya sînor dikin, dikin. Par Tabura Hudut a Çelê bi hinceta ‘Aşut li ser nokteya sînore û bêhêziya ewlehî diafirîne’ ji bo 18 malan biryara hilweşandinê girtibû. Lê heta niha malek jî ne hatiye xirakirin. AKP’î vê li dijî gundiyan bikar tîne. AKP’i li gund bi gotina ‘Ger Erê derbikeve dê ev mal neyên xirakirin, ger Na derbikeve dê bên xirakirin’ şantajê li gundiyan dikin.”

‘GELÊ ME BIRYARA XWE DAYE’

Besî, bi lêv kir ku gel li dijî şantaj û gefan serî na tewîne û wiha axivî: “Wekî hemû hilbijartinên din dê bi dengekî bilind bêjin Na. Gelê me ne gelekî ku bê xabandin û berê wan bidin cihekî dine. Gelê me biryara xwe daye û dê biryara xwe di sindoqê de nîşan bide.”