Nisêbînî Erdogan di televîzyonê de jî naxwazin

MÊRDÎN- Welatiyên Nisêbînê bertek nîşanî hatina Serokomar Tayîp Erdogan dan û gotin: "Em naçîn wî pêşwazî nakin. Ji bo em wî nebînin em televizyonên xwe jî venakin. Em tu carî jêre nabêjin 'erê'. "

Berî ku Serokomar Tayyip Erdogan biçe Nisêbînê, welatiyan bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Welatiyên Nisêbînê ji niha de li dijî hatina Erdogan bi bertek in. Wezareta Bajarvanî û Derdorê diyar kir ku dê dê saet di 15:00'an roja 30'ê Adarê de merasima avêtina bingeha TOKÎ' ya li taxên hatiye xerakirin bavêjin. Serokomar Erdogan jî dê bi riya telekonferansê tev lî merasîma TOKÎ bibe. Welatiyên Nisêbînê bertekên xwe anîn ziman.

Welatiya Nisêbînê Salîha Dogan bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Gelo ewê bê li ser malên me yên xirabûyî TOKÎ'yan ava bike? Em naxwazin Erdogan bê welatê me."
Dogan anî ziman ku Erdogan ji bo xwestina dengên 'erê' dê bê û ev tişt got:" Kurê xwe jî ji bo me feda bike em ji wî re nabêjin 'erê'. Em ne tiştek ji wî dixwazin û ne jî dixwazîn bibînin ji kû hatiye bila biçe wir. Heger bêjî em ne diçin pêşwaziyê ne jî televizyonan di vekin tenê ji bo em wî ne bînin. Mirov di Nisêbînê de nehişt. Yên wekî wî zalim û xayîn bila biçin pêşwaziya wî. Gelo ew dikare kurê min û axa min paş ve bizivirîne? Cîhan kirine dojeh. Malên me xira kirin, niha jî dixwazin bên li ser wan xirbeyan malên din çêbikin."

Welatiyek din ya binavê Zeynep Dînmek jî nerazîbûn nîşanî hatina Erdogan da û wiha axivî: " Erdogan malên me xirakir. Tiştek ji mere ne hişt. Emê biçin li wî teamşe bikin bêjin çi? Kî diçe bila biçe. Mirovên me kuştin wê bi kîjan rûyî bên welatê me? Li ser ev qas derd ez naxwazim Erdogan bibînim. Erdogan bê ber deriyê me jî ez derî navekim û lê na nêrim."

'DIXWAZE BÊ MALÊN ME YÊN SAXLEM JÎ XIRA BIKIN'

Mehmet Damar ê ku li taxa Firatê dijî jî bertek nîşan da û wiha got: "Em bi xwe her karê xwe dikin. Tu alîkariya wan ji me re ne lazim. Dixwaze bê malên me yên saxlem mayîne jî xira bike. Em tu caran naxwazin bê. Em naxwazin navê wî jî bi bibhîzin."

EM JI ERDOXAN BÊZAR BÛN

Welatiya bi navê Rahîme Acar jî diyar kir ku ew ji Erdogan jî û ji kurê wî Bîlal jî bêzar bune û wiha got: "Her kes li Nisêbînê di heman fikrî de ye. Tu kes naxwaze Erdogan bê welatê me. Mafê tu kesî nîne ku ev qas malan xira bike. Ew bê taxa me emê bi keviran êrişê wî bikin."