Keştiya penaberan noqî avê bû

NAVENDA NÛÇEYAN - Keştiya penaberan a 147 kes bar kiribûn, li Deryaya Spî noqî avê bû. Di bûyerê de tenê kesek filitî.

Li Deryaya Spî, keştiya penaberan ku 147 penaber bar kiribû noqî avê bû. Keştiya penaberan ku ji Libya derket rê, noqî avê bû. Li gorî nûçeya AFP'ê di keştiyê de 147 kes bar kiribûn û heta niha tenê kesek rizgar bû.