DERSIM - Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Şaredariya Dersimê Mehmet Ali Bul birî.
Îro rûniştina doza Hevşaredarê Dersimê Mehmet Ali Bul ê bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hat dîtin. Bul, ji Girtîgeha Tîpa F a Jimare 2'yan a Kocaeliyê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bû. Malbata Bul û gelek kes jî wek temaşevan li eywana dadgehê amade bûn. Di rûniştinê de, ewil Bul axivî. Bul di parêziya xwe de, diyar kir ku ew parêziya xwe ya berê dubare dike û beraeta xwe dixwaze. Dozgerê rûniştinê der barê esasiya dozê de nêrîna xwe daxuyand û mutalaya ku berê dabû dubare kir û xwest Bul bê cezakirin. Paşê parêzrên Bul axivîn û li dijî vê mutalayê, ji bo parêziyê daxwaza demekê pêvekî kirin. Heyeta dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir.
Heyeta dadgehê ya ku piştî parêziyan navber da rûniştina dozê, piştî navberê biryara xwe daxuyand. Dadgehê, bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Bul birî. Her wiha heyeta dadgehê, 10 meh cezayê Bul ê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye lê hatibû birîn jî taloq kir û birayra domandina girtina Bul da.
Parêzerên ku li dijî biryarê bertek nîşan dan, dê biryarê bişînin temyizê.