STENBOL - Parlementera HDP'ê Besime Konca a 5 roj e di gerva birçîbûnê de ye, ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin banga hestiyariyê kir.
Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin, der barê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin peyam şand. Konca ya ku ji bo 5 rojan ket greva birçîbûnê, di roja 5'emîn a grevê de banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Peyama Koncayê wiha ye: "Tirkiye di dema pêvajoya muzakereyê ya bi birêz Ocalan re li raya cîhanê îtibarek dît. Li gelek girtîgehan zêdeyî 40 rojî ye ku gervên birçîbûnê didomin. Li Girtîgeha Îskenderûnê girtiyê nexweş Mehmet Yildizbakan yê rojek ji tahliyeya wî re mabû mir. Zêdeyî 700 girtiyên nexweş hene. Li girtîgehan binpêkirinên mafan û îşkence di asta herî jorîn de ne. Li zindanan dixwazin rûmeta mirovahiyê bin pê bikin, lê li dijî vê berxwedaneke bêhempa heye. Sersaxiya malbata Mehmet Yildizbakan dikim û bang li raya giştî dikim da ji bo daxwazên girtiyên di grevan de ne bi hestiyarî tevbigerin."