Hevserokên DBP û HDP'a Dersimê hatin tahliyekirin

DERSIM - Hevserokê DBP'a Dersimê Murat Polat û Hevserokê HDP'a Dersimê Arslan Çag di rûniştina yekemîn a doza lê dihatin darizandin hatin tahliyekirin.

Hevserokê DBP'a Dersimê Murat Polat û Hevserokê HDP'a Dersimê Arslan Çag ê ji ber protestokirina girtina hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê, di 17'ê Mijdara 2016'an de hatin girtin, di rûniştina doza xwe ya yekemîna li Dadgeha Cezayê Giran a Dersimê hatin tehliyekirin. Polat û Çag ji Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştina dozê bûn û di parêziya xwe de gotin ku, daxuyaniya çapemeniyê ya hatiye kirin bi temamî di çarçoveya maf û azadiyan de bû.

Piştî parêziyan, heyeta dadgehê navber da rûniştinê. Piştî navberê, dadgehê bi şertê venêrîna edlî biryara berdana Polat û Çag da.