Hevşaredarê Gundikê Melê Tunç hat berdan

ŞIRNEX - Hevşaredarê Bajaroka Gundikê Melê Abdullah Tunç ê di 16'ê Adarê de hatibû girtin tehliye bû.

Hevşaredarê Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê Abdullah Tunç ê ku di 16'ê Adarê de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin tehliye bû. Piştî ku îro Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê îtîraza parêzer Tunç nirxand û biryara tehliyeya da Tunç ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hat berdan.

Piştî girtina Tunç bi rojekê, Cîgirê Walitiyê Turan Bedirhanoglu wek kayyum hatibû tayînkirin.