ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê Ali İhsan Su bi hinceta "dabeşkirin û xerakirina yekpareyiya dewletê û gel" strana HDP'ê ya referandumê, 'Bêjin Na' qedexe kir.
Li Şirnexê hêzên dewletê ji bo ku pêşiya xebatên HDP'ê yên referandumê bigirin serî li hemû rêbazên astengkirinê didin. Derket holê ku Muduriyeta Polîsan a Şirnexê ji bo ku strana HDP'ê ya referandumê bê qedexekirin bi hinceta, "Ne li gor her sê madeyên makezagonê ne, rê li pêşiya dijminatiyê vedike û yekpareyiya dewletê û gel dabeş dike" daxwaznameyek ji bo Walîtiya Şirnexê şandiye.
Hat zanîn ku Waliyê Şirnexê Ali İhsan Su ev daxwaza Muduriyeta Polisan a Şirnexê erê kiriye û biryar bi awayekî nivîskî ji Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê re şandiye. Hate hînbûn ku wê HDP sibe ji bo vê biryarê îtîraz bike û serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bide.