BEDLÎS - Di 25'ê Adarê de li 7 gundên Tetwanê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Piştî bidawîbûna qedexeyê, bi ser van gundan de hat girtin û 35 kes hatin binçavkirin.
Di 25'ê Adarê de li gundê Teknecik, Sallica, Donertaş, Kisikli, Suboyu, Yumruaya û Saridalê yên Tetwana Bedlîsê qedexe hatibû îlankirin. Piştî bidawîbûna qedexeyê bi ser van gundan de hat girtin. Di van serdegirtinan de keyayên gundan jî di nav de 35 kes hatin binçavkirin.
Gundiyê ku mebesta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Muduriyeta Polîsan a Navçeyê û Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê.