REQA-Tenê 2 kîlometre mane ku şervanên QSD'ê yên ji sê milan ve Tebqayê dorpêçkirine bigihîjin navenda bajêr. Li navendê liv û tevgera çeteyan tê dîtin û em wêneyên ewil ên bajêr par ve dikin.
Tenê 2 kîlometre mane ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bigihîjin navenda bajarê Tebqayê. Li rojhilatê bajêr di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar diqewimin û her wiha êdî navenda bajêr di menzîla şervanan de ye. Li Tebqaya êdî bi çavan navenda wê tê dîtin, liv û tevgera çeteyan jî tê dîtin û bi fuzeyan êrîşî qadên ku şervan lê ne dikin. Şervanan ji sê milan ve bajêr dorpêç kirine û em ji objektîfên dihaberê wêneyên ewil ên navenda bajêr parve dikin.