DERSIM - Hidir Demir ê ku bi birîndarî ji komkujiya Enqereyê filitî, anî ziman ku ew bawer nake ku di referandûmê de "Erê" derkeve û wiha got: "Lê ger 'Erê' derkeve, dê siberojê duqat pêkanînan mezintir bên serê me û wê hesab ji tu kesî neyê pirsîn."
Hidir Demir ê ji Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an bi birîndarî filitî û bi Biryaranameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji karê xwe bû, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê sedemên "Na"yê vegotin.
‘JI BO 'ERÊ' DERNEKEVE EM Ê BIXEBITIN'
Demir, diyar kir ku ji bo her tişt li ber destên kesekî kom bibin referandûm tê çêkirin. Demir ê ku hilbijartina referandûmê wek hilbijartineke antîdemokratîk nirxand dest nîşan kir ku ji bo di referandûmê de "Na" derkeve ew xebatan bi rê ve dibin.
‘BANDORA TIŞTÊN ÎRO TÊN KIRIN WEK A BOMBEYA 10'ê COTMEHÊ YE'
Demir, 10'ê Cotmehê bi bîr xist û wiha axivî: "Kesên di wê teqînê de birîndar bûn an nebûn, tenê ji bo aştiyê li wir bûn. Feraseta ku aştiyê bi xwînê bin pê kir, îro bi versiyoneke din zilm û komkujiyan didomîne. Tiştên îro tên kirina, bandora wan bi qasî ya bombeyên 10'ê Cotmehê ne û mirovan ji kar û warê wan dike. Piştî 10'ê Cotmehê bajar li mirovan wêran kirin. Di van mercan de jî referandûmê dikin."
'KOMKUJIYA 10'Ê COTMEHÊ NÎŞANEYA PÊŞEROJÊ YE'
Demir, anî ziman ku 10'ê Cotmehê nîşaneya pêşerojê ye û wiha domand: "Li vî welatî di dîroka Osmanli û Komara Tirkiyeyê de, komkujiya 10'ê Cotmehê, wek komkujiya herî mezin derbas dibe. Lê belê, beriya vê hin komkujî hebûn, li Abdi Îpekçî bifikirin, beriya wî jî hin komkujî hene. Di nîveka salên 90'î de behsa 17 hezar kiryarên nediyar tê kirin. Heta niha yek ji vana jî nehtaine ronîkirin. Ji ber vê ye ku li Galatasaraya Stenbolê Dayikên Şemiyê daxwazên xwe her dubare dikin. Dema mirov di vî warî de lê dinihêre, kesên ku komkujiya 10'ê Cotmehê kirine rasterast hatine şopandin û li gel vê her çi qas zanibûne li Dîlokê têkiliya wan bi Sûriyeyê re heye jî, hîn jî bi awayekî rasteqîn kesek nehatiye cezakirin û muameleya sûcdariya bi wan re nehatiye kirin. Kesên di vî warî de hatin îfaşkirin jî îdia kirin ku xwe teqandine. Em baş nizanin ev îdia û vegotin çi ne. Em wisa dinirxînin. Kesên plana vana kirine, van piyonan yeko yeko ji holê radikin û bi vê re dixwazin bûyer meçhûl bimînin. Em îro ne biyaniyê Tirkiyeyê ne. Di dîroka me ya nêzîk de jî gelek tiştên bi vî rengî hene."
'JI BO KOMKUJÎ ZÊDE NEBIN EM BIBÊJIN 'NA''
Demir, anî ziman ku heke di referandûmê de "Erê" derkeve dê hesabê komkujiya li Enqereyê qet neyê pirsîn û wiha domand: "Berî ku referandûm bê îro di bin navê KHK'yan, heyînên fonî de dê yekzilam hemû tiştî bi rê ve dibe. Îjar bifikirin ku dema ev fermî bibe bê yê çawa be. Ji ber vê em bang li hemû kedkarên xwe, gelê xwe dikin da di referandûmê de bibêjin 'Na'. "