ÊLIH - Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bang li hemû jinan kir da beşdarî meşa Amarayê ya 4'ê Nîsanê Rojbûyina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibin.
Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, kampanyaya "Ez xwedî li rêberê xwe, xaka xwe û azadiya xwe derdikevim" a di 5'ê Tebaxa 2016'an de bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi KHK'ê hat girtin hatibû destpêkirin û 4'ê Nîsanê roja rojbûyîna Ocalan nirxand.
‘KAMPANYA JI GELEK JINAN RE HAT VEGOTIN'
Başaran, diyar kir ku kampanya ji sê milan ve pêk dihat û balê kiaşnd ser girîngiya kampanyaya "Ez xwedî li rêberê xwe, xaka xwe û azadiya xwe derdikevim". Başaran a balê kişand ser rûxandina li herêmê ya di 2 salên dawî de û ev agahî dan: "Di çarçoveya kampanyayê de her çi qas destûr nedihat dayîn jî me li gelek bajaran mîtîng li dar xistin. Dikarin bi OHAL'ê re hatine gel a cem hev asteng bikin, lê belê tu carî nikaribûn vîna ku ji bo Ocalan derket holê asteng bikin. Dîsa di vê çarçoveyê de bi mirovên me yên malê wan hatin şewitandin û rûxandin re bi tevkariyî tevgeriyan. Me kampanyayên piştevaniyê li dar xistin. Em bi hezaran jinî r ehatin gel hev. Jinan pêşengiya gelek çalakiyan kir. Li Tirkiye û herêmê me xwe ghand hemû jinan."
‘DIVÊ CÎHAN NEBE HEVPARÊ VÎ SÛCÎ'
Başaran, da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin û ev kampanya li gelek deverên Ewropayê jî hat lidarxistin û wiha got: "Dîsa wek bandoreke kampanyaya me CPT'yê li Girava Îmraliyê hin lêkolîn kirine. Dvê CPT, hûrguliyên hevdîtina xwe vebêje. Divê careke din lêkolînan bike. Li cîhanê tecrîd wekî sûcekî mirovahiyê tê qebûlkirin. Divê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) demildest tevbigerin. Çimkî dixwazin bi hinceta OHAL'ê tecrîdê belav bikin. Ji bo raya giştî ya navnetewî nebe hevparê vî sûcê Tirkiyeyê divê tevbigere."
‘HER KU TECRÎD DIDOME, LI TIRKIYEYÊ ALOZÎ BERDEWAM DIKE'
Başaran, anî ziman ku herî baş jin ji tecrîda li ser Ocalan fêm dikin û got, wan ji ber vê kampanyayeke wisa daye destpêkirin û ev kampanya bi biryardarî didome. Başaran wiha axivî: "Çimkî, bi hezaran salî jin di nava çar dîwaran de rastî tecrîdê tên. Heke îro em jin ewqas hêzdar bin ev bi saya perspektîfa Ocalan e. Di dema domandina tecrîdê de bajar hatin rûxandin, şewitandin, parlementer hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, hevşaredar hatin girtin. Li jêrzemînan mirov hatin qetilkirin. Hewldaneke derbeyî pêk hat. Ev hemû bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re eleqedar in."
‘ÎKTÎDAR JI BO HEBÛNA XWE TECRÎDÊ GIRANTIR DIKE'
Başaran, diyar kir ku bi greva birçîbûnê ya piştî hewldane derbeyê birayê Ocalan pê re hevdîtin çêkiriye, lê belê ev hevdîtin ne hevdîtineke ku tecrîdê ji holê rabike û wiha domand: "Di huqûqa Tirkiyeyê de qanûneke ku tecrîdê vebêje tune ye. Li dijî Qanûna Bingehîn e. Ya li ser Ocalan tê sepandin bi temamî tiştekî taybet e. Ji ber vê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ji bo îktîdar hebûna xwe bidomîne, tecrîdê kûrtir dike."
‘DIVÊ DI 4'Ê NÎSANÊ DE HEMÛ JIN LI AMARAYÊ BIN'
Başaran, der barê 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan de jî diyar kir ku, dê îsal jî meşa Amarayê bê lidarxistin û got, ew ê doza dawîlêanîna tecrîda li ser Ocalan didome bikin. Başaran a got "Azadiya jinan girêdayî azadiya Ocalan e", bang li hemû jinan kir da beşdarî meşa Amarayê bibin û azadiya Ocalan biqîrin.