Gefa Keya: Aşkere dengê 'Erê' bi kar bînin

ENQERE - Gundiyên gundê Prûtê yê girêdayî navçeya Qaqizmana Qersê îdia kirin ku, keyayê gund S.Y. ji bo ew dengê "Erê" bi kar bînin bi ser wan de diçe.

Gundiyên gundê Prûtê yê girêdayî navçeya Qaqizmana Qersê îdia kirin ku, keyayê gund S.Y. ji bo ew dengê "Erê" bi kar bînin bi ser wan de diçe.

‘KEYAYÊ GUND Û TEŞKÎLATA AKP BI SER ME DE TÊN'

Welatiyê ji gundê Prûtê yê xwest navê wî neyê eşkerekirin, diyar kir ku keya S.Y. gefan li wan dixwe û wiha got: "Hema bêje li gund her kes HDP'î ye. Zehmet e ku li vî gundî 'Erê' derkeve. Lê keyayê gund û hin kesên ji teşkîlata AKP'a Qaqizmanê, bi çewisandinan bi ser me de tên da em bi awayekî vekirî dengên xwe bi kar bînin."

Gundî anî ziman ku, keya S.Y. bi vî awayî gef li wan xwarine: "Eger hûn bi awayekî aşkere dengê 'Erê' bi kar neyînin ez ê we giliyê cendirmeyan bikim. Her wiha ji bo alîkariya komirê ya ku li we tê belavkirin betal bibe jî ez ê we giliyê teşkîlata AKP'a navçeyê bikim. Dê qertên we yên kesk jî bên betalkirin."

‘KEYA DIXWAZE EM BI AWAYEKÎ AŞKERE DENGÊ XWE BI KAR BÎNIN'

Ji gundê Prûtê welatiyekî din ê nexwest navê xwe aşkere bike jî wiha got: "Dixwazin em li gund bi awayekî aşkere deng bi kar bînin. Ji bo em dengê 'Erê' bi kar bînin dibêjin hûn ê bi awayekî aşkere dengê xwe bi kar bînin. Dibêjin heke hûn dengê xwe aşkere bi kar neyîn, dê kesek ji we jî nikaribe di daîreyên dewletê de lingê xwe bavêje hundur. Dibêjin heke hûn bi kar neyînin em ê giliyê we bikin û dê ji bo we tu xizmet neyê kirin."

Gundiyan, ji bo ewlehiya hilbijartina li gundê Prûtê bang li HDP û CHP'ê kirin, da roja hilbijartinê li gund bin.