'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin'

ŞIRNEX - Bavê girtiyê bi navê Yusuf Ozdemîr, ê ku 29 roj in di gireva birçîbûnê de ye, Osman Ozdemîr da zanîn ku kurê wî bi qasî 5 kîloyan zihîf bûye û ji aliyê moralê ve baş e. Ozdemir wiha bang li raya giştî kir: "Ji bo ku em cenazeyên zarokên xwe ji gîrtegehan negirin, divê her kes tevbigere."

Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a girtiyên PKK û PAJK’î ku bi daxwaza dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, binpêkirina mafên ên li girtîgehan û dawîlêanîna çewisandin û pêkûtiyên li ser gundan dabûn destpêkirin, di roja 44'emîn de jî berdewam dike. Her ku diçe rewş girtiyên di grevê de ber bi xerabiyê ve diçe û li ser vê malbat bertekan nîşan didin.

'EZ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIM, KURÊ MIN JÎ JI BO VÎNA KURDAN DI GREVÊ DE YE'

Bavê girtiyê bi navê Yusuf Ozdemîrê, ê ku di nav koma 2'yemîn a greva birçîbûnê de ye û 29 roj in di girevê de ye, Osman Ozdemir li ser rewşa kurê xwe axivî. Bav Ozdemir da zanîn ku her diçe rewşa kurê wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Ozdemîr dest nîşan kir ku, ew di salên 90'î de 130 rojan ji ber kurdbûna xwe rastî îşkenceyê hatiye û wiha axivî: "Îro jî ji ber ku em kurd in, kurê min ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin di girevê de ye. Di wan salan de ez ji ber kurdbûnê rastî îşkenceyê hatim, niha jî sala 2017'an e û kurê min ji bo ku vîna kurdan nîşanî wan bide û Ocalan azad bibe di grevê de ye."

'8 SAL IN LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE DIDE'

Bav Ozdemîr ragihand ku, kurê wî di sala 2009'an de hatiye girtin û 15 sal û 6 meh ceza lê hatiye birîn û wiha behsa zext û zordariyên li girtîgehê kirin: "Gelek caran bi mehan mafên wan yê telefonê tê astengkirin. Nameyên ku jê re diçin nagihêjin dest wî. Gelek aktîvîteyên girtîgehê yên weke werzîşê li wan hatiye qedexe kirin. Kurê min li gel zext û zordariyan jî ev 8 sal in li ber xwe dide."

'EM JI BO BEDELDAYÎNÊ AMADE NE'

Bav Ozdemir diyar kir ku, herî dawîn wî di 7'ê mehê de bi kurê xwe re hevdîtin çêkiriye û kurê wî armanca grevê bi van gotinan vegotiye: "Kurê min got, bi salan e tecrîd li ser Abdullah Ocalan heye û jî bo rakirina vê yekê ye. Malbat û parêzer divê hevdîtinan çêbikin. Divê rayedarên dewletê me muxatab bigirin û dest ji tecrîdan û êrîşên li ser gelê kurd dimeşînin berdin. Bila bizanibin ku em ji bo bedeldayînê amade ne."

'EM NAXWAZIN JI GIRTÎGEHAN CENAZEYÊN ZAROKÊN ME DERKEVIN'

Bav Ozdemîr anî ziman ku, kurê wî di 29 rojan de bi qasî 5 kîloyan zihîf bûye û wiha berdewam kir: "Bi riya parêzeran em agahiyan ji wan digirin. Di warê moral û motîveyê de gelek baş in, lê di warê fizîkî de rewşa wan nebaş e. Em naxwazin cenazeyê zarokên me ji girtîgehan derkevin. Hîn tabutên zarokên me ji girtîgehan derneketine, divê her kes bi awayekî deng derxîne û ji rayedarên dewletê hesap bipirse."

'DAXWAZA GIRTIYAN ÎNSANÎ YE'

Ozdemîr herî dawî bang li rayedarên dewletê kir û wiha got: "Daxwaza girtiyan ne zehmet e, daxwazeke însanî ye. Divê rojek berî rojekê daxwazên girtiyan bi cih bên."