ÊLIH - Jinên di salên 1990’an de gundê wan hat valakirin û koçî Êlihê kirin, diyar kirin ku ji bo zilma li ser wan bi dawî bibe dibêjin 'Na'. Jinên bi navê Gulistan Sarim û Fatım Şimşek, anîn ziman ku ji bo zilma li ser gel bi dawî bibe dibêjin 'Na'.
Dengê 'Na' her ku diçe li her derê pêl bi pêl belav dibe. Karker, çotkar, xwendekar, nivîskar, hunermend, karmend û hemû beşên civakê diyar dikin ku ew li dijî vê pergalê û ji bo parastina mafên xwe dibêjin 'Na'. Jinên Êlîhî ku gundê wan hatine valakirin jî dibêjin 'Na'. Jinên di salên 1990'an de gundê wan hat valakirin û li Êlihê bertekên xwe anîn ziman. Welatiya gundê Zandê yê Sosona Êlihê ya 80 salî Fatim Şimşek û welatiya ji gundê Sora yê Farqînê Batman ya 77 salî Gulîtan Sarim sedemên çima dibêjin na vegotin.
JI BO NEBE CERDEVAN 9 SALAN LI DERVÊ GUNDÊ XWE MA'
Şîmşek ani ziman ku ew dê di Referandumê de bêje 'Na' û wiha got: "Ji bo ez nebim cerdevan 9 salan dûrî gundê xwe Tanze jiyam. Ji bo vê yekê ez dê di referandumê de bêjim 'Na' Ez dê heta dawî bêjim 'Na' Ez kurd im û ji bo kurdbûna xwe ez dê canê xwe bidim. Ez dê her dem li dijî zilmê di ber xwe bidim."
JI BO ZILM BI DAWÎ BIBE NA'
Şimşek, destnîşan kir ku ji bo zilm bi dawi bibe dibêje 'Na' û wiha berdewam kir. Ez tu carî dest ji kurdîtî û doza xwe bernadim.
Jina 77 salî Gulistan Sarim jî 35 sal berê ji bo nebû cerdevan ji gundê Sora yê Farqînê koçî Êlihê kir. Sarim jî anî ziman ku dê bêje "Na" û wiha got: "Damek min a hirmiyê hebû. Min bi salan avdaniya wê kir. Min mezin kir û team avêtê. Lê min hirmiye wê nexwarin û ez ji gundê xwe koç bûm. Hirmiyê darê ji cerdevanan re ma. Ji bo neheqî û zilm bi dawî bibe ez dê bêjim Na. Hemû kesên xwedî wîjdan divê bibêjin 'Na'."