Şervanên QSD'ê: Mizgînaya azadiya Reqayê nêzîk e

REQA - Şervanên QSD’ê ku kêm maye bikevin Tabqayê diyar kirin ku ew ê di demek kurt de mizgîniya “azadiya Reqayê” bidin gel.

Şervanên Odeya Xezeba Firatê di operasyona bajarê Tabqayê de 2 kîlomerte nêzî bajar bûne. Hat diyar kirin ku Hêzên QSD’ê yên ji şervanên Ereb, Kurd û Tikmen pêk tê, kêm maye bikevin bajar.

Şervanê QSD’ê Şêro Qamişlo, diyar kir ku di çarçoveya hemleya Reqayê de ew ber bi Tabqayê ve diçin, dê dawî li zilma DAÎŞ’ê bînin û wiha got: “Em ber bi bajar ve diçin. Gelê Reqayê gelek zilm ji DAÎŞ’ê dît, gel ji bo ji çeteyan rizgar bibin hewara xwe gihandin me û em jî bi hewara wan ber bi bajar ve diçin. Ev peywira me ye. Em ber bi Tabqayê ve pêşde diçin. Ji niha ve gelek qad di bin destê me de ye. Em ê ber bi Reqayê ve pêşde biçin bila gelê me li benda me be.”

‘ME RIYA TABQA-REQA GIRTIYE NIHA DORA BENDAVÊ YE’

Şervabê bi navê Reşat Dilşer, da zanîn ku ew gihiştine deriyê Tebqayê û wiha pêde çû: “Me operasyona Reqa û Tabqayê bi daxwaza gel da destpêkirin. wekî şervanên gel em ê mizgîniya mezin bidin gel. Em ê mizgîniya Reqaya azad bidin jin û gelê xwe. Em bi hemû hevalên xwe re li ser riya Reqayê ne. Divê hemû kes berê xwe bide vir. Ji ber ku serkeftina vê hemleyê dê ji bo hemû gelên li ser vê axê dijîn bibe cejn. Hêzên me riya Reqa-Tabqa girtine me riya çeteyan girtiye. Ji xwe me berê bakefirgeha leşkeri rizgar kiribû. Di demek kurt de em ê Bendava Tabqayê jî azad bikin.”

‘EM BERSIV DIDIN HEWARA GEL’

Şervanê bi navê Îbrahîm Aras, anî ziman ku ji bo ew gel rizgar bikin berê xwe dane Tabqayê û wiha domand: “Şervanên QSD’ê dimeşin paytexta DAÎŞ’ê. Heta em hemû çeteyên DAÎŞ’ê ji bajaran derxin em ê têkolîna xwe bidomînin. Gel banga ‘me rizgar bikin’ li şervanên QSD’ê kiriye. Li cihên me azad kirine bi sedan kes ji zilma DAÎŞ’ê rizgar bûne. Em her roj bi sedan mirovan ji çeteyan rizgar dikin. Gel keyfxweşiya xwe bi me re parve dikin. Em jî pir keyfxweş dibin û ev moralek mezin dide me. Em ji hemleyên din pirtir bi kelecanin. Dema me bajar rizgar kir em ê çoş û kelecana xwe bi gelê xwe re parve bikin.”

Nazim Daştan - dihaber